Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Heftanîn, Xakûrkê û Çelê çalakiyên gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî da û di yar kir ku di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 4 leşker hatine kuştin.

HPG’ê li ser çalakiyan ev agahî da:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 8’ê tîrmehê saet 09:00’an li dijî leşkerên artêşa TC’ê yên li Girê Şehîd Adar bi cih bûbûn, çalakiyeke ya sekvaniyê kirin û leşkerek ceza kirin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 8’ê Tîrmehê saet 22:30’î li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Dewrêş ê li Herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê bi cih  bûbûn, çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li çeper û stargehên dagirkeran hate xistin, 2 leşkerên dijmin hatin cezakirin.

Di çarçoveya pêngavê de hêzên me, 8’ê tîrmehê di saetên sibê de çeper û stargehên li nêzî girê qereqolê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê kirin hedef û çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek ceza kirin.

7’ê tîrmehê di saetên şevê de artêşa TC’ê li devera Boxaza Berxa, Boxaza Bazê, devera Kewotê û Mele Emîn dest bi operasyoneke dagirkeriyê kirin. Dagirkeran bi balafirên şer û helîkopteran, dîsa obûs û hewanan qada operasyonê bombe kirin. Ev operasyon şeva 8’ê tîrmehê bê ku encameke bigire vekişiyaye.”

Her wiha HPG’ê li ser êrîşên esamînî jî ev agahî parve kir: “7’ê tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker saet 12:50’î devera Sîda ya Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di vê bomberdûmanê de tu ziyan bi hevalên me negihiştiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar