Navenda Nûçeyan |
Duh lîwaya ‘Deman Tacûra’ a ku bi hikûmeta Wîfaqê re hevkar e û Enqereyê piştevaniya wê dike, hêzeke nû şand eniyên Sirteyê, artêşa Lîbyayê Tirkiye û hêza Wîfaqê ji nêzbûna ji bajarê Sirteyê re hişyar kir. Di nav hêza ku nû şandine eniyên Sirteyê de çeteyên Sûriyeyê jî hene.
Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed Mismarî li ser vê yekê gef li Tirkiyeyê xwar. Mismarî daxuyakirin ku ger Tirkiye êrîşî bajarên Sirte û Cefrayê bike, dê xewnên wê bi dawî bibin.