Navenda Nûçeyan |
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde û Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed hevdîtinek bi rêya dîmen pêk anîn. Lînde têkildarî hevdîtinê di hesabê xwe yê twîtterê de wêne parve kir.
Lînde di twîtterê xwe de wiha got: “Hevdîtina li gel Konseya Meclisa Sûriyeyê Îlham Ehmed. Me operasyona leşkerî ya tirk ku li bakurê Sûriyeyê pêk tîne û krîza însanî ya li herêmê û gelek mijarên din gengeşe kir. Alîkariya derveyî sînor gelek girîng e.”
Lê ev hevdîtinê Tirkiyeyê aciz kir. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyanî da û got ku ev hevdîtin pirsnîşanên cidî di wan de çêkiriye.