Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li Êlihê serlêdanên qursên kurdî dest pê kirin

Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART), ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) dê qûrsên xwe yên zimanê kurd li ser onlîne bide. Qursên ji du astan pêk tên wê ji aliyê hîndekarê qûrsan Ferqîn Xaneqîn ve bên dayîn. Ji Êlihê û bajarên cuda, kes dikarin beşdarî qursan bibin. Qursa ku wê li ser platforma Zoomê bê dayîn, dê destpêka tebaxê de dest pê bike. Ev qurs heya 3 mehan dê dewam bike. Piştî ku qurs bi dawî bû, wê sertîfîka ji bo beşdarên qursê bên dayîn.

Ligel qursa li ser onlîne bê dayîn, li ser pêşniyarên welatiyên li Êlihê dijîn jî, wê li avahiya komeleyê ya li Parka Ataturkê jî, qurs bê dayîn. Di qursa dest pê bike de wê bergiriyên ji bo Covîd-19’an bên girtin. Di refên taybet ên ji 8 kesan pê bên de, dê ders rû bi rû bên dayîn.

Di rojekê de ji 100 kesan zêdetir

Ji endamên Lijneya Rêveber a Komeleyê Sabrî Ozdemîr, derbarê vê xebata xwe de axivî û wiha got: “Ji bo ku xwendin û nivîsandina zimanê kurdî pêş bikeve, ew her demê qursên ziman didin. Girîng e ku em di vê dema şewbê de qursên xwe bidin. Li ser sîteya me ya înternetê kesên dixwazin fêrî kurdî bibin serlêdan dikin. Me duh dest bi serlêdanên qursan kirin û heya 31’ê tîrmehê dê dewam bike. Qursa rû bi rû bê dayîn, hefteyê rojeke û wê 3 saetan dewam bike. Qursa li ser onlîne bê dayîn jî, hefteyê rojekê û 3 saetan wê bê dayîn. Perwerdeya qursan wê 3 mehan dewam bike. Ji duh ve ji 100 kesî zêdetir serlêdan kirin. Ji derveyî welat jî, me gelek serlêdan girtin. Serlêdan dewam dikin.”

Lînkê serlêdanê

Kesên dixwazin ferî kurdî bibin, dikarin li ser lînkê vê hesabê serlêdan bikin.  ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar