Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Bi operasyonên leşkerî Kurdistanê talan dikin’

Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) li başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê operasyon û êrîşên xwe zêde kirine. Ji ber operasyonên artêşa tirk ên hewayî û bejayî welatî tên kuştin û xweza tê talankirin. Di rojên dawî de li Şirnexê operasyonên leşkerî zêde bûne. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, êrîş û operasyonên artêşa tirk nirxand.

Ozgûneş anî ziman ku operasyonên leşkerî gelê kurd li dijî dewletê hêrs dike û wiha got: “Nêzîkatiya dewletê ya li dijî gelê kurd nayê qebûlkirin. Ji ber neyariya gelê kurd êrîşî Rojava û  Şengalê dikin. Êrîş hem erdnîgariya gelê kurd talan dike û hem jî bandora neyînî li ser gundan dike. Hezar sal in dibêjin ‘Em birayên hev in’. Lê heta niha me ev nedît. Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re ji bo ku gelê kurd asîmîle bikin, nasname û çanda wan înkar bikin, di nav hewledanan de ne. Gelê kurd bi salan e ji bo nasnameyek azad têdikoşe. Têkoşîna kurdan çavê dewletê ditirsîne. Dewlet şerê bêqanûn, bêehleq, bêpîvan ên li dijî mafên mirovan û navneteweyî dimeşîne. Bi van êrîşan zirarê dide gelê me û erdnîgariya me.”

‘Qereqolên nû ava dikin’

Di axaftina xwe de Ozgûneş bal kişand li ser avakirina qereqolan û wiha domand: “Leşkeran di demên dawî de li çiyayê Cûdî gelek qereqol û rêyên nû çêkirin. Êrîşên hewayî bi salan e didomin. Di salên 90’î de gundên derdora quntarê Çiyayê Cûdî û başûrê wî bi navê ewlekariye hatin şewitandin û hilweşandin. Piştî salên 2000’î destûr dan ku gundî bizîvirin gund û warên xwe. Hinek jê zivirîn, hinek jî li navçeyan û navenda Şirnexê bi cih bûn. Bi roj diçin zeviyên xwe û baxçeyên xwe av didin. Lê ji ber operasyonên leşkerî nikarin biçin. Dema balafirên şer wan deran bombebaran dikin, derûniya gelê me xera dike û erdnîgariyê talan û wêran dike. Di êrîşan de mirovan dikujin û birîndar dikin. Pişt re jî dibêjin ‘Bi şaşî çêbûye’. Ev nayê qebûl kirin. Bi her awayî operasyon bandora neyînî li ser jiyana mirovan dike.”

Kurdistanê talan dikin

Ozgûneş li ser talankirin û wêrankirina ekolojiyê jî rawestiya û ev tişt anî ziman: “Beriya hikûmeta AKP û MHP jî daristanên Kurdistanê bombe dikirin û dişewitandin. Bi operasyonan ax û ekolojiya Kurdistanê talan û wêran dikin. Leşkeran rêya geliyê Balaro yê li quntara Cûdî ya başûrê Şirnexê birîne. Ewlehiyê hincet nîşan didin. Lê ne rast e. Li wan geliyan qereqolan ava dikin. Li ser her girekî qereqol çêkirine. Li herêmê hejmara leşkeran du qat ji ya gel zêdetir e. Li herêmê pirsgirika ewlehiyê tune. Pirsgirêk ew e ku bi destê cerdewanan daran dibirin. Bi birîna daran rantê pêş dixin û xwezayê talan dikin. Ji Cifane bigire, heta Guntaremo, Nîvavan, Gilerot û Şîlerotê daran dibirin. Welatî li dijî birina daran bi bertek in. Leşkeran ji welatiyan re got, ‘hûn werin daran bibirin’. Lê welatiyan qebûl nekir. Cerdewan ji Sêgirkê anîn û bi cerdevanan daran dibirin. Ev hem neyariya gelê kurd û hem jî neyariya xwezayê ye. Bi birîna daran peyama ‘Em ê hem mafê we yê jiyanê û hem jî yê hawirdora tune bikin. Em ê bi kuştin, qetilkirin û wêrankirinê we perîşan û koçber bikin’.”

Siyseta qirêj a Tirkiyeyê

Her wiha Hasan Ozguneş anî ziman ku wekî parlementerên herêmê, operasyonên li herêmê ji nêzîk ve dişopînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ê her tim li dijî polîtîkayên bêexleq û bêwîjdan di çalakiyan de bin. Li dijî van polîtîkayan helwestek me û têkoşîna me ya bêdawî heye. Di dîrokê de baş an xerab; hevkariya kurd û tirkan serkeftinên mezin bi dest xistiye. Lê kengî bi gelê kurd re neyartî kirin, wê çaxê xisar derketine. Heta ku ev polîtîkayên qirêj û operasyonên leşkerî bên sekinandin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Siyaseta qirêj a ku Tirkiye li Rojava, Başûr û Rojhilatê dide meşandin tu encamê nagire. Ev şerê ku pêk tê divê bi rêbazên demokratîk bê çareser kirin. Heta ku şer bidome dê Rojhilata Navîn azad û wekhev nebe.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar