Navenda Nûçeyan |
Di 11’ê hezîranê de çalakvanên jin, siyasî-sivîl û kesayetên rojhilatê Kurdistanê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa Zeyneb Celaliyan daxuyaniya bi ser navê ‘Em Dengê Zeynep Celaliyanê ne’ weşandin û diyar kirin ku ji bo azadiya Celaliyan dest bi kampanyaya piştgiriyê kirine. Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Niha 13 sal in ku Zeyneb Celaliyan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tê îşkencekirin û di rewşek xirab a pîskolojîk de zindanî ye. Ji ber vê yekê jiyan û tenduristiya wê di xeteriyê de ye. Di vê demê de ji ber ku Zeyneb Celaliyan weke her girtiyek din a siyasî nikariye mafê derman li derveyi zindan û serdanê malbatê bikar bîne, gelek nexweşî di cane wê de derketin û çavên vê îltihab girtine û gelekî kîlo kêm kiriye. Di vê dema dawî de jî li girtîgehê bi şewba Covid-19 ango korona ket. Tevî vê yekê jî Zeyneb Celaliyan li zindanê ye û nayê dermankirin.”
Endamên kampanyayê radigihînin ku armanca wan komkirina hezar îmze bûn û wiha gotin: “Heya niha hezar û 39 îmze hatine komkirin û em ê pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafê mirovan û raya giştî ya cîhanê bikin.”
Çalakvanan daxwazên xwe yên kampanyayê wiha rêz kirin;
- Em daxwaz dikin ku Zeyneb Celaliyan demildest bê berdan.
- Tevî Zeyneb Celaliyan gelek girtiyên siyasî bi şewba koronayê ketin. Em bang li aliyên pêywendîdar dikin, zextê li rayedarên Îranê bikin da ku di çarçoveya mafên girtiyan û peymanên navneteweyî de tevbigere.
- Em bang li Amnesty International, Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê, saziyên mafên mirovan ên cîhanê, saziyên li Îran û Kurdistanê û dezgehên ragihandinê dikin ku ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan têkevin nava hewildanan û zextê li rejîma Îranê bikin.
- Em bang li herkesî dikin ku tev li çalakiyên ku wê li ber seferetxaneyên Îranê bên çêkirin bibin û daxwaza azadiya Zeyneb Celaliyan û girtiyên din ên siyasî bikin.
- Her kes dikare bi nivîs, wêne û dîmenan peyamê piştgiriya vê kampanyayê bike.
- Em bang dikin ku her kes mafnameya dijîtal a ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan îmze bike. Wê ew mafname ji Amnesty International, Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û saziyên mafên mirovan re bê şandin.