Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Ji girtiyan daxuyaniya 14’ê Tîrmehê

Navenda Nûçeyan |

Girtiyan derbarê salvegera 38’emîn a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyanî da. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê derbas kiriye, li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya bal kişandiye ser berxwedana 14’ê Tîrmehê û bertek nîşanî operasyonên li dijî Komeleyan Jinan a Rosayê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) da. Kaya banga bilindkirina têkoşînê kir.

Kaya bal kişand ser têkoşîna Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku di Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabûn û ev tişt got: “Zarokên şêrgele yên vê erdnîgariyê gotine ‘Biqasî ku di oxira wê de bimirim ji jiyanê hez dikim’ û li dijî îxaneta ku li wan hatiye ferzkirin jî gotine ‘Radestkirin mirov dibe îxanetê û berxwedan jî mirov dibe serkeftinê’. Şervanên azadiya mezin ku bi vê hişmendiyê tevgeriyane berxwedana kirine qewna tirsê ya faşîzmê.”

Di berdewamê de Kaya destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP’ê berdewamkarên darbeya 12’yê Îlonê ne û ev nirxandin kir: “Ji bo çeteyên xwe sererastkirina qanûna înfazê kirin, şertê wekheviyê bin pê kirine û li dijî girtiyên siyasî li girtîgehan êrîş zêde bûne. Bi pandemiyê re tu bergirî nehatin girtin, hevalên me yên girtiyên nexweş nebirine tedawiyê, şehadeta wan çêbû. Tê xwestin ku Tirkiye û Kurdistan wergere girtîheke mezin û bi pêkanînên antidemokratik gel bikeve bin kontrola wan û polîtîkayên mêtînkar û qirkirinê bi israr bên berdewamkirin. Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî Komeleyan Jinan a Rosayê û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û êrîşên li hemberî cenaze û goristanan encama vê polîtîkayê ne.”

Kaya diyar kir ku AKP-MHP li hundir polîtîkaya ‘faşîzmê’ û li derveyî welat jî polîtîkaya ‘dagirkirinê’ dişopîne û divê li dijî êrîşên li ser Şengal, Mexmûr û Heftanînê di bingeha yekitiya neteweyî de xwedî li destkeftiyên kurdan bê derketin.

Kaya destnîşan kir ku Berxwedana Mezin a Girtîgehê ya 14’ê Tîrmehê hînê wan kiriye ku divê di şertên zor de jî di pratîk û sekna şoreşger de jî tavîz neyên dayîn û bal kişand ser ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Ruhê 14’ê Tîrmehê, di salên 2012-2018-2019’an de careke din bi berxwedana fedaî ya rêhevalên Zulkuf, Ayten, Zehra, Medya, Mahsûn, Sîraç, Yonca, Ûgûr, Umît û Îrfan derket holê.”

Her wiha Kaya destnîşan kir ku ji bo Ocalan bigihêje şertên ‘azad bijî û bixebite’ divê berxwedana fedaî ya 14’ê Tîrmehê û ruhê serkeftinê bê bilindkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar