Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Komeleya 78’an a Amedê, ji bo berxwedêrên 14’ê Tirmehê ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bernameya bîranînê li dar xist. Bername li ser gora Alî Çîçek a li Goristana Yenîkoy a Amedê pêk hat. Hevseroka BDP’ê Saliha Aydenîz, parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, hin nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî bernameyê bûn.

Serokê Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan li ser gora Alî Çîçek axivî û diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd di sala 1982’yan de li Zindana Amedê li dijî Kenan Evren ê darbekar û faşîst berxwedaneke dîrokî pêk aniye û di şexsê Çaran de derketiye holê ku nikare vîna gelê kurd teslîm bigirin û destnîşan kir ku weke demê îro jî dê berxwedan didome.

Hevserokê Komeleya Piştevanî û Piştgiriya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Şeyhmûs Karadag jî diyar kir ku berxwedan ku di sala 1982’yan de hatiye destpêkirin dê bidomînin.

‘Em ê faşîzmê têk bibin’

Hevseroka BDP’ê Saliha Aydenîz bi bîranîna berxwedêrên ku li girtîgehê di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Kevneşopiya faşîst di şexsê AKP’ê de didome. Ev têkoşîn jî didome. Berxwedana ku di şexsê Alî Çîçek de bûye kevneşopî, ji aliyê me ku em hevalên wan in ve tê berdewamkirin. Wan li dijî tarîtiyê laşên xwe dan ber mirinê. Wan ji civakê hemû re ev peyam dan; ‘Em biqasî ku dikarin di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin’. Ev peyam faşîzmê parçe kir. Îro desthilat bi hişmendiya xwe ya faşîst heman pêkanînan dike. Lê em jî mîrateya berxwedêran e. Em ê têkoşîna hevalên xwe bêyî gavek jî di paşde bavêjin bidomînin.”

Bîranîn bi danîna qurnefîlan a ser gora Alî Çîçek bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar