Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ciwanan di 10 rojan de 15 hezar îmze kom kirin

Jinên Ciwan ên Tekoşer û Ciwanên Welatparêz di 30’ê hezîrenê de li Qendîlê bi şîara ‘Ji Bo Kurdistanek Azad û Yekgirtû Faşîzm û Dagirkerî BIRÛXÎNE’ Pêngava Seferberiya Heftenînê îlan kirin.

Di çarçoveya Pêngava ‘BIRÛXÎNE’ de bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşer di 5’ê tîrmehê de li seranserê başûrê Kurdistanê ji bo leşkerên tirk ên dagirker ji axa Başûr û Iraqê derbikeve kampanyaya îmzeyê da destpêkirin.

Endamên Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz 10 roj in pêvajoya ku ji ber metirsiya vîrusa korana qedexe jî heye mal bi mal, kolan bi kolan, dikan bi dikan, navçe bi navçe, bajar bi bajar digerin û îmze kom dike. Ciwan, dema îmze kom dike ji bo gel li ser dagirkeriya tirk û xeteriya li ser başûrê Kurdistanê bahs dike û bal dikişînin ser kampanyayê.

Gelên Başûr jî xebata ku bi destê ciwanan tê birêveberin germahî û eleqederbûnekî mezin nîşan dide. Li gelek deweran gel bi ciwanan re ji bo hîn bêhtir îmze were komkirin alîkar dibe. Gel piranî di nêrînê xwe de ciwanan ji ber vê xebatê pîroz dike û dest xweşî dixwaze.

Ciwanan 10 roj e li seranserê navçe û bajarên Başûr kampanyaya îmzeyê didomîne. Ciwanan di deh rojan de 15 hezar îmze komkirine.

Hêrema Silêmanî

Ciwanan li Bazyan, Bacan, Tekye, Qeredax, Şarbajêr, Sîdek, Kûnemasî û li navenda bajarê Silêmaniyê, li bazar, park û li gelek taxan îmze komkirine.

Li Silêmanî, mamosteyên Zanko, parlementerên berê û yê nû yê Herema Kurdistanê jî piştgirî da kampanyaya îmzeyê.

Gelek partiyên siyasî jî bi îmzekirinê piştgiriyên xwe îlan kirin.

Li Kunemasî ku dewleta tirk a dagirker bi êrîşa xwe ya qirker malbetekî brîndar kiribû jî tev li kampanyaya îmzeye bû.

Herema Raperîn

Li Çar Qûrne, Hacî Awa, Kadir Awa, Jar Awa, Sengeser, Qela Dizê û Ranya heta niha xebatên kampanyaya îmzeyê birêve diçe. Li Herema Raperînê peşmegeyên dêrînê piştgirî dan kampanyaya îmzeyê. Ciwanan li bazara Ranyayê stand vekirin.

Herema Germiyanê

Li Kifrî, Kelar û Xûrmatû kampanyaya îmzeyê hatiye destpêkirin. Li Xûrmatû gelên ereb û tirkmen jî ji bo îmze piştgiriya xwe daye.

Kerkuk

Li Kerkuk, tevî ku ji ber metirsiya vîrusa koronayê qedexeya derketina derve heye jî dîsa ciwanên Kerkukê, mal bi mal, dikan bi dikan digerin û ji bo leşkerên tirk ên dagirker ji axa Başûr û Iraqê derbikeve îmze kom dikin. Ciwana li taxa Rahîm Awa stand vekirin.

Çemçemal

Jinên Ciwan û Ciwanên Çemçemal bi daxuyaniyek tevlibûna xwe ji bo kampanyaya îmzeyê kirin. Di vê çarçoveyê ciwanan li park, gund, malan û dikanan dest bi îmze komkirinê kirin.

Herema Şarezûrê

Li Helebce, Seyîd Sadiq, Hewreman û Derbendîxan xebatên îmze komkirinê ji alî ciwanan ve tê meşandin. Li gund, kargeh, seyrangeh li her dewerê xebatên îmze komkirinê birêve diçe.

Qendîl

Li gundên Binarê Qendîlê jî ji aliyê Endamên Meclisa Ciwanên Binarê Qendîlê ya Ciwanên Welatparêz ve xebatê îmze komkirinê tê meşandin.

Xebata kampanyaya îmzeyê bi belavbûnê didome. Ciwanan li ser Change.org jî dest bi kampanyaya îmze kirine.

Linka kampanyaya îmzeyan ev e:

https://www.change.org/p/%D8%B1%DB%8C%DA%A9%D8%AE%D8%B1%D8%A7%D9%88%DB%8C-%DA%98%DB%8C%D8%A7%D9%86%DB%95%D9%88%DB%95%DB%8C-%DA%AF%DB%95%D9%86%D8%AC%D8%A7%D9%86-%D8%A8%DB%86-%DA%A9%D9%88%D8%B1%D8%AF%D8%B3%D8%AA%D8%A7%D9%86%DB%8E%DA%A9%DB%8C-%D8%A6%D8%A7%D8%B2%D8%A7%D8%AF-%D9%88-%D8%B3%DB%95%D8%B1%D8%A8%DB%95%D8%AE%DB%86-%D9%81%D8%A7%D8%B4%DB%8C%D8%B2%D9%85-%D9%88-%D8%AF%D8%A7%DA%AF%DB%8C%D8%B1%DA%A9%D8%A7%D8%B1%DB%8C-%D8%A8%DA%95%D9%88%D9%88%D8%AE%DB%8E%D9%86%DB%95?recruiter=false&utm_source=share_petition&utm_medium=facebook&utm_campaign=psf_combo_share_initial&recruited_by_id=91730d10-bc85-11ea-8409-05184cfe7862&utm_content=fht-23214563-en-gb%3A1&fbclid=IwAR2qJZRi_wDVutomX6x0R-3o8TMCsQ7HKiAkfiDHXe5OD5aqGL2NbT9I89E      SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar