Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şêniyên Til Koçer û Şedadê li dijî sûcên dewleta tirk meşiyan

Navenda Nûçeyan |

Bi hezaran şêniyên navçeya Til Koçer û Şedadê li dijî sûcên dewleta tirk a herêmê daqetin qadan.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê li dijî sûcên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşek li dar xist. Piştî meşê li navenda navçeyê mitîg pêk hat. Di mîtîngê de li ser navê şêniyê Xesan Abdullah wiha axivî û ev tişt anî ziman: “Em peyama xwe ji raya giştî û ya cîhanî re dişînin. Em ji raya giştî re dibêjin ku ma hûn rastiya dewleta tirk nas nakin. Ma hûn komkujiyên ku li dijî sivîlan pêk tîne, nabînin. Em ji we re dibêjin ku êrîş û planên dewleta tirk ne tenê li dijî gelê kurd in lê belê hemû gelên Rojhilata Navîn dike hedef. Em ji raya giştî re ku çav, guh û devê xwe girtine, dibêjin ku em hene, em ê berxwedana xwe li ser rêya fikrên Abdullah Ocalan dewam bikin û li hember êrîşan bisekinin. Em bang li hemû azadîxwazên cîhanê dikin ku di xeta berxwedanê de li hember planên dewleta tirk bisekinin. Ma gelo kurd li Lîbyayê hene, ma gelo li Misirê û Yemenê yekitiya demokratîk û kurd hene. Armanca planên dewleta tirk li cîhanê belavkirina şer e.”

Şêniyên Şedadê jî meşiyan

Bi hezaran şêniyê navçeya Şedadê jî bi heman armancî daketin qadan û meşiyan. Piştî meş gihişt qada Çibisayê endamê rêveberiya PYD`ê Mistefa El-Elî axivî û bal kişand ser yekitiya gelên herêmê ya li dijî têkbirina çeteyên ku hewldana tunekirina destkeftiyên herêmê dikin.

Mistefa Elî da zanîn ku berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî komên çete û hêzên terorîst didin meşandin, nexasim li artêşa tirk, ew ê pêşeroja nifşên bê diyar bike û wiha got: “Gelên herêmê hemû rêbazên artêşa tirk û çeteyên wê li herêmê pêk tînin, red dikin û ew ê ji bo tunekirina komên terorîst û rizgarkirina herêmê heta dawiyê piştgiriya HSD`ê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar