Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ev saleke êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê didome

Kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku 100 kîlometre dûrî Hewlerê ye, ev saleke di bin ambargoya PDK’ê de ye. Ji ber ambargoyê hemû pêdiviyên jiyanê xelas dibin. Pêdiviyên tibbî û tenduristiyê jî xelas bûne. Li gel ku şewba vîrusa corona (Covît 19) li hemû cîhanê belav bûye û bi deh hezaran mirov dimirin jî pêdiviyên tenduristi û tibbî yên kampê nayê bersivandin. Li Mexmûrê jî ji xeyni qedexeya  derketina derve malê bi tevahiya kampê di bin ambargoyê de ye. Ji ber ambargoyê welatî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî wekî zexîre û tenduristiyê temin bikin. Ambargoya li Mexmûrê piştî di 17’ê tîrmeha 2019’an de li Hewlerê 3 rayedarên Konsolosa Tirkiyeyê hatin kuştin dest pê kir û salek e bê navber didome. Ji ber ambargoyê Mexmûra ku 12 hezar şêniyê wê heye di tecrîdê de ye. Ji bo ambargo bi dawî bibe her çend rayedar bang dikin jî heta niha daxwazên rayedarên kampê nehatiye bersivandin û ambargo didome.

Kamp ji sala 1998’an heta niha girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Her çend NY berpirsiyarê xizmeta tenduristî, perwerde û zexîreyan e jî, ev yek nayê kirin. Şêniyên kampê di nava xwe de meclis ava kirine û her tişt ji aliyê meclisê ve tê temînkirin. Welatiyên Mexmûrê heta beriya ambargoyê li Hewler, Sileymaniyê, Duhok û Zahoyê kar dikirin û debara xwe dikirin. Lê ji 17’ê tîrmeha 2019’an heta niha salek e ambargo li ser Mexmûrê ye. Di vê pêvajoyê de Tirkiye bi balafirên şer Mexmûr bombe kir û 3 jin hatin kuştin.

Komek ji bo aştiyê hatin Tirkiyeyê

Di pêvajoya çareseriyê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji kampa Mexmûrê komek bi navê ‘Koma Aştiyê’ hatin Tirkiyeyê. Kesên ji Mexmûrê hatin doz li wan hat vekirin û hatin girtin. Piştre hatin cezakirin. Artêşa tirk heta niha bi dehan caran kamp bombe kir. Herî dawî di 15’ê Nîsana 2020’an de dîsa artêşa tirk kamp bombe kir û 3 jinên mexmûrî hatin kuştin. Endama Koordînasyona ÎŞTAR’ê ya Mexmûrê Nuran Sezgîn û Hevserokê Meclisa Gel a Şehît Rûstem Cudî Haci Kaçan salek ambargoyê nirxandin.

Bêdeng man

Endama Koordînasyona ÎŞTAR’ê ya Mexmûrê Nuran Sezgîn anî ziman ku penaberên 25 sal in li vê kampê dijîn bi zextên pir dijwar re rû bi rû ne û wiha got: “Heta niha tu pirsgirêkên me bi gelê herêmê re çênebûye. Di rojên teng de em bi hevre di nava piştgiriyê de bûn. Bi taybetî dema DAIŞ’ê êrîş kir piştevaniya me û gelê herêmê bêtir xurt bû. Ev ji bo me serbilindiyek e. Lê mixabin salek e ambargo li ser me ye. Bêdengiya gelê herêmê ya li dijî vê ambargoyê me pir diêşîne. Divê herî zêde gelê Başûr li dijî vê ambargoyê dengê xwe bilind bike. Di pêvajoyên şer de herî zêde jin û zarok zor û zehmetiyan dijîn.”

Di axaftina xwe de Sezgîn da zanîn ku beriya ambargoyê jinên mexmûrî diçûn Hewlerê û bi keda xwe debara xwe dikirin û ev tişt anî ziman: “Bi ambargoyê êdî mirov nikarin debara xwe bikin. Ji ber ambargoyê zarokên gelek jinên ducanî mirin. Mirovên nexweş nikarin biçin derman bibin. Mirovên nexweş ên diçin kontrolê rastî astengiya asayîşa PDK’ê tên. Di vê pêvajoyê de dîsa gel li ber ambargoyê serî netewandin. Em hewl didin ku di qada perwerde, tenduristî û debarê de alternatîf ava bikin.”

Ji aliyek ve erîş ji aliyek ve jî ambargo

Sezgîn da zanîn ku li aliyekî ambargo didome û li aliyê din êrîşên li dijî wan didomin û NY li hemberî vê yekê bêdeng e û wiha bi dawî kir: “Divê bi taybetî PDK ambargo bi dawî bike û dest ji vê helwesta xwe berde. 26 sal in gelê herêmê tawîz nade û serî natewîne. 26 sal in gelê Mexmûrê li dijî hemû êrîş, tundî û zextan li ber xwe dide. Divê bi taybetî Neteweyên Yekbûyî (NY) helwestek zelal nîşan bide. Divê PDK jî têkiliyên xwe û Tirkiye ji nûve di ber çavan re derbas bike. Çawa ku Tirkiye ji bo xwe PKK’ê wekî gef dibîne, di heman demê de her kurdekî jî ji bo xwe tehdît dibîne. Divê PDK vê helwesta AKP û MHP’ê bibîne û gav bavêje.”

 Divê kurd li dijî ambargoyê dengê xwe bilind bikin

Hevserokê Meclisa Gel a Şehît Rûstem Cudî Haci Kaçan jî da zanîn ku mirovên xaniyê wan û gundê wan şewitîn, neçar man koç bikin û li vir bi cih bibin û ev tişt anî ziman: “Em ji ber xizanî û birçîbûnê nehatin vir. Li Başûr û Bakur gundên me hebûn. Pergalek û jiyanek me ya aram û xweş hebû. Me dest ji hemû tiştî berda û em hatin vir. Dijmin xwest em koletiyê qebûl bikin. Lê me koletî û mêtingerî qebûl nekir. Ji ber vê yekê xaniyên me şewitandin û em ji warên xwe derxistin. Em tu carî koletiyê qebûl nakin. Em dixwazin her dem û li her derê azad bijîn. Kesên ambargo li ser me ferz dikin divê bila baş zanibin ku em tu carî koletiyê û zilmê qebûl nakin. Gel li dijî ambargoyê pir bi hêrs e. Di salek dawî de gelê Mexmûrê gelek zor û zehmetiyên mezin dît. Em tu carî alîkariya aborî ji kesî naxwazin. Bes em dixwazin ev ambargo bi dawî bibe. Gelê kampê tu carî xwe mohtacî kesî nake. Ji ber vê yekê ambargo didome. Em vê ambargoyê qebûl nakin. Di vê pêvajoya ambargoyê de DAIŞ’ê êrîş kir. Dîsa balafirên TSK’ê êrîş kirin. Ambargo didome, êrîş didomin. Divê gelê herêmê û gelê Kurd li dijî vê ambargoyê dengê xwe bilind bike.” MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar