Malbata Îdrîs Başar ê li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê tê ragirtin û nexweş e, ragihand ku hefteyeke ew agahî ji kurê xwe nagirin. 26 sal in Başaran girtî ye û ew di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de cih digire. Bavê Başaran, Mehmet Emîn Başaran diyar kir ku ew herî dawî hefteyek berê bi lawê xwe bi rêya telefonê hevdîtin pêk aniye û pişt re jî agahî jê wernegirtine û rêveberiya girtîgehê jî agahî nedaye wan. Başaran got ku gelek nexweşiyên kurê wî hene û ji ber ew nexweş e ew ji jiyana wî bi guman in û anî ziman ku ew dixwazin ji kurê xwe agahî werbigire û bang li rayedaran kir ku girtiyên nexweş demildest werin berdan. STENBOL