Li navçeya Qûbîna Êlihê zaroka bi navê Î.P. a 17 salî tê gotin ku ji ber tecawiza çawişê pispor M.O. xwestiye xwe bikuje. Piştî bûyerê Î.P. ewilî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qûbînê û pişt re jî rakirin nexweşxaneyeke taybet a li Êlihê û tê gotin ku rewşa wê ya xeter didome.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Baroya Êlihê ragihandin ku ew ji nêz ve bûyerê dişopînin. ÎHD’ê û Baroya Êlihê ragihandin ku çawişê pispor ê tecawizkar ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ve hatiye binçavkirin. ÊLIH