Nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Ayşe Surme û nûçegihana ajansa JINNEWS’ê Oznûr Deger li taxa Mogultay a Dêrsimê nûçe dişopandin. Komek ku ji ferdên malbatekê pêk dihatin êrîşî her du rojnamevanan kirin. Saet di 01.00’ê şevê de nûçegihan dengê qîrîna jinekê dibîhîzin û diçin cihê bûyerê dîmen û wêne digirin. Di kêliya Surme û Deger nûçe dişopandin ferdên malbatek ku li hev dixistin, êrîşî her du rojnamegeran kirin. Ferdên malbatê li rojnamegeran dan, heqaret li wan kirin û gef li wan xwarin û gotin ‘hûnê vîdeoyê jê bibin.’ Van kesan dest danî ser telefona Deger. Rojnameger ketin navberê û bûyer sekinî û pişt re telefona Deger danê. DÊRSIM