PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Jin sibê li Agiriyê dicivin

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jina Azad (TJA), bi boneya balê bikişînin ser jinên tên qetilkirin, dê di çarçoveya kampanya jinan a ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ sibê li Agiriyê bicivin. Li Agiriyê di nava 40 rojên dawî de 5 jin bi guman hatin kuştin. Jin ji bo balê bikişînin ser kuştina jinan dê li ber avahiya HDP’ê ya Agiriyê kom bibin û dest bi meşê bikin.

Têkildarî meşê parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr bang li hemû jinan kir û xwest tev li meşê bibin. Dîlan Taşdemîr anî ziman ku ew ê bi vê meşê li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan nerazibûnên xwe bînin ziman û wiha got: “Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan her roj zêde dibe. An aktîvîstên jinan binçav dikin û digirin, an jî sirgûn dikin. Li dijî çalakî û destkeftiyên jinan êrîşek pir dijwar heye. Li Tirkiye rejîma yekzilamî ya AKP’ê ava dikin. Ji ber vê yekê êrîşên xwe yên pir alî jî zêde dikin.

AKP bi polîtîkayên xwe destkeftiyên jinan dike hedef. Hevşaredara me ya Giyadînê Betul Yaşar girtin. Ev mînaka vê yekê ye. Li Agiriyê di mehekê de 5 jin bi guman hatin kuştin. Divê em li dijî vê yekê hestiyarî û hişyariyekê ava bikin. Ji ber vê yekê divê her kes tev li meşê bibin.” AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar