Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Em îradeya xwe nadin bi pariyek nan’

 

Ambargo û dorpêça ku ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser gelê  Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hate danîn, salek li pey xwe hişt. Girêdayî salek a amabargo û dorpêça li ser kampê, Hevserokê Şaraderiya Wargeha Mexmûrê Bedran Pîranî axivî.

Pîranî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ev saleke ambargoyek girankirî ji aliyê PDK’ê ve li ser wan hatiye danîn û wiha got: “Di nava vê salê de nêzikatiyên Hikûmeta Herêmê li beramberê wargehê û rewşa gel a aborî, mirov dikare bêje salekî tejî derbas bû. Di salên berê de gelê me debara xwe ya jiyanî li herêma Kurdistanê pêk danîn. Lê belê ev saleke, ji ber ambargoya girankirî ya li ser wargehê di aliyê aborî de rawestiya ye. Ambargoya li ser Mexmûrê bandoriyek a aborî li ser gel kiriye. Tenê ne di aliyê aborî de em wek gelê wargehê gelek astengiyên giran re derbas bûn. Di aliyê tendûristî de jî astengî ji bo me derketin. Nexweşên me bi seatan li seytereyên PDK’ê hatin rawestandin, her wiha miriyên me çêbûn ne hiştin em miriyên xwe jî di seytereyanre derbas bikin. Rastî jî salekî trajedîk derbas bû. Gelek dayikên ku ducanî bûn, ji ber ku PDK’ê rê nedan derbasê nexweşxaneyan bibin di rê de zarokên wan mirin.”

‘PDK di dîroka kurdan de bûye nîşaneyek reş’

Pîranî diyarkir di nava vê salê de gelek caran ji aliyê dewleta tirk ve êrîşên hewayî pêk hatin û di van êrîşan de hinek şêniyên kampê şehîd û birîndar bûn û wiha domand:  “Em dikarin bêjin, hem ji aliyê dewleta tirk û hevkarê wê PDK’ê ve ji bo ku hizûra me xirab bibe gelek planên qirêj li ser me dane meşandin. Tişta ku em pê xemgîn dibin, birayê me yê kurd, gotina dijmin dike û dijmin çi bixwaze bi rêya birayê me li ser me dide pêkanîn. Lê belê em dizanin PDK bi van nêzikatiyên xwe di dîroka Kurdistanê de bûye nîşaneyek reş. Dema mirov temaşe dike di hundirê vê salê de hem rê girî hem ji êrîşên dewleta tirk li ser me hate pêkanîn. Li beramberê van êrîşan hikûmeta Iraqê her tim bêdeng dimîne, ev nêzikatiyên wan jî ne ji rêzê ne.”

‘Gelê Mexmûr ji ber doz û zimanê xwe penaber bûye’

Di berdewama axaftina xwe de Bedran Pîranî bal kişand li ser nêzîkatiyên Hikûmeta Herêmê ya li gel şaredariya kampê û da zanîn ku di aliyê jiyanî de bi tu awayê Hikûmeta Herêmê tu pirojeyên wan pêk neanîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şarederiya Mexmûrê saziyek girêdayê Hikûmeta Herêmê ye, di aliyê paqijî, ceyran û avê de pêwîst e erka xwe pêk bianîna, belê pêk neanîn. Ava me ya vexwarinê dikeve nava sînorê hikûmeta herêma Kurdistanê de, ev bû salek me nekariye em biçin bîrên xwe yên avê mêze bikin ka di çi halê de ne. Em mêze dikin tişta ku PDK dixwest gelê wargehê bi birçibûnê dîl bigire, lê belê heta niha ji bîra wan çûye gelê Mexmûrê ev 26 sal e koçberbûne û em di van 26 salan de rewşên ji ambargoyê girantir re derbas bûne, me îradeya xwe tu caran nedaye pariyek nan. Tu tirsek a me li hember êrîşên tirkan û ambargoya PDK’ê nîne, ji ber ku em xwedî îrade ne û xwedî Rêberek wek Rêber Apo ne. Em wek gelê Mexmûrê ji ber doza xwe û zimanê xwe penaber bûne. PDK dixwaze bi vê ambargoyê îradeya me teslîm bigire. Lê gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî wê tu caran îradeya xwe teslîmê xwînmijan nakin.”

‘Em gelek xwedî îrade û xwedî rûmet in’

Hevserokê Şaredariya Kampa Mexmûrê Bedran Pîranî bal kişand li ser herêma ku kamp di warê erdnîgariyê de lê dimîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em niha di herêmek nakok de jiyan dikin, ji ber wê yekê pêwîst e hikûmeta Iraq, hikûmata herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî erkên xwe xwedî derbikevin. Piştî pêvajoya 2014’an û heta niha Neteweyên Yekbûyî bi tu şêwazek erkê xwe li hember wargehê pêk neaniye. Berê alikariyên erzak, gaz û pêwistiyên din ên jiyanî ji bo wargehê dabîn dikirin, ji ber ku erka wan bû, lê belê ev 6 sal e bi tu şêwazê erkê xwe pêk ne anîne. Nexweşxanyek a me heye, girêdayê Neteweyên Yekbûyî ye, derman têde nîne. Li hemberê armanca PDK’ê ya ji bo belavkirina wargehê, em dikarin ji wan re bêjin ku em gelek xwedî îrade û xwedî rûmet in. Me 26 salan bi rûmeta xwe jiyan kiriye û em ê wisa berdewam jî bikin. Me her tim li ber xwe daye û em bi berxwedaniya xwe têne nas kirin, her wiha wê berxwedaniya me heta dawiyê berdewam be.” Çavkanî: Armanc Herekol / Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar