Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Amedê 5 û li Dîlokê jî 18 kes hatin girtin

Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê der barê 5 jinên ku polîsan bi fermana dozger di 14’ê Tîrmehê de binçav kirin, biryara girtinê da û şand girtîgeha Amedê. Der barê 23 jinan de jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan. Polîsan bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 14’ê Tirmehê de bi ser gelek malên nûner, endam, rêveber, hevberdevk û hevserokên jin de girtibûn û 28 jin binçav kiribûn. Ji 28 jinên ku polîsan binçav kirin jê 23 jin li edliyê piştî îfade dan hatin berdan û 5 jin jî bi biryara dadgehê hatin girtin.

23 piştî lêpirsîna 3 rojan a li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî di daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Heyeta Dadgeha Cezayê Sulhê jî der barê 23 jinan de biryara berdana bi kontrola edlî da.

Jinên hatin berdan wiha ne: Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya û edîtora Jinnewsê Ayşe Guney, Berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Endama TUAY-DER’ê Rabîa Ataş, Endama Meclisa Şaredariya Rezanê Panayir Çelîk û Halîme Bayram, Endama Meclisa Şaredariya Yenîşehîrê Gulşen Guneş û Ronda Bat, Hevseroka HDP’ê ya Yenîşehîrê ya berê Demet Ozkaran, Rêvebera SES’ê ya Amedê Rozerîn Çatak, Hevseroka HDP’ê ya Peyasê Besîle Narîn, Rêvebera BES’ê Dîlan Yakut û Guneş Ozel û aktîvîsta TJA’yê Zekiye Guler, Emîne Kaya, Zeynep Suncak, Selma Metîn, Ruken Şehîr, Şukran Tamîr, Gulseren Akkum, Têkoşîn Tekîn, Hatîce Şen û dayika 75 salî Hayriye Turkekul bi şertê kontrola edlî serbest berdan.

5 jin hat girtin

Heyeta Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê der barê 5 jinan de biryara girtinê da û şandin girtîgehê. Jinên hatin girtin wiha ne: Aktîvîsta TJA’yê Hasret Alp, Fîgen Ektî, Bahar Akyapi, Hevseroka HDP’ê ya Sûrê Hatun Yildiz û Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Elîf Haran bi îdeaya ‘Endamtiya Rêxistinê’ girtin û şandin girtîgehê.

Dîsa der barê Hevberdevka TJA’yê Ayşe Gokkan de bi hinceta Serdozgerê Komarê yê Dîlokê der barê wê de lêpirsîn vekiriye tê payîn ku li Edliyeya Amedê bi rêya SEGBÎS’ê îfade bide.

Li Dîlokê jî girtin

Her wiha li Dîlokê jî bi fermana Serdozgerê Komarê yê Dîlokê, polîsan di 14’ê Tîrmehê de di serdegirtina malan de 29 siyasetmedarên ku di nav de hevserok û rêveberên HDP, DBP, SYKP’ê yên niha û berê jî hebûn binçav kirin. 29 kesên ku piştî karê lêpirsînê yên li Midûriyeta Polîsan a Dîlokê bi dawî bû sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê piştî îfade girtin Hevserokên HDP’ê yên Dîlokê Musa Aydin û Songul Koçdag, Dayika Aştiyê Remziye Erdem jî di nav de 18 siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan girtin û şandin girtîgehê. Heyeta dadgehê der barê 11 kesan de jî bi şertê kontrola edlî biryara berdanê dan. AMED-DÎLOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar