Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Xeyalên şehîdên Pirsûsê rastiya gelan bû’

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo salvegera Qatlîama Pirsûsê daxuyaniyek parve kir.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de 33 şehîdên Pirsûsê bi bîr anî û wiha got: “Em dikevin sala 6’an a qetilkirina 33 ciwanên sosyalîst ên xwe weke rêwîtiyên xeyalan binavkirin ku di êrîşa bombeyî de ku dewleta tirk rê nîşanî kujeran dabûn. Em van ciwanên şoreşger bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, soz didin ku em ê xeyalên wan bicih bînin. Ev rêwîtiyên xeyalan ne DAIŞ’ê, dewleta tirk wan qetil kir. Dijminahiya Tayyîp Erdogan û desthilata AKP’ê ya li Rojava ev ciwan qetil kirin. Yên ev qetlîam plan kirin û bi rêve birin MÎT e.”

KCK’ê di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser van xisûsan:

“Ev dem demeke wilo ye ku desthilata AKP’ê li dijî hêzên siyasî ku ji bo xwe muxalîf dibîne di bin navê DAIŞ’ê de êrîşan dike. Yên rastî êrîşê tên, muxalîfbûna wê ya li desthilatê û dîsa êrîş ji aliyê kê ve hatina kirin, bi hemû zelaliyê radixe ber çavan. Êrîşa 5’ê Hezîrana 2015’an a li mîtînga HDP’ê bi heman rêbazê hatiye kirin. Dîsa di vê demê de 25’ê Hezîranê bi desteka dewleta DAOŞ’ê êrîşî Kobanê kiribû, bi sedan sivîl bi hovane qetil kiribû. 20’ê tîrmehê li Pirsûsê ciwanên sosyalît qetil kiribû. 10’ê Cotmehê li dijî yên li ber polîtîkayên şer ên desthilata AKP’ê yek ji qetlîamên herî mezin a dîroka Tirkiyeyê pêk hat. Ji sedî zêdetir aktîvîstên aştiyê hatin qetilkirin, bi sedan jî birîndar bûn û seqet bûn. Li pey wê desthilata AKP’ê êrîşî bajaran kirin, bi sedan ciwan, kal, jin û zarok qetil kirin; bi dehan bajarên kurdan hilweşandin. Kirina van qetlîaman a heman demê berê xwe dana muxalîfên AKP’ê ne hema tesadûf in. Hemû ev êrîş di encam ‘Plana Çokdanînê’ ya MGK’ê ya 30’ê Cotmeha 2014’ê hatiye girtin. Gotina Ahmet Davûtoglû ya berî salekê ya leşker û polîs amade bin, ji vê Plana Çokdanînê ne cihê ye.

‘Hesabê vê komkujiyê divê ji Erdogan û AKP’ê were pirsîn’

Bi gotina DAIŞ’ê ev komkujî kirin nikarin ser wê bigirin ku MÎT’ê ev dane kirin. Ji bo van komkujiyan heke hinek hêz hebin ku divê hesab bidin di serê vê de Tayyîp Edogan û desthilata AKP’ê ye. Tayyîp Erdogan dîtiye ku wê li desthilatê nemîne û tifaqa DAIŞ û MHP’ê pêk aniye. Jixwe bi sedan sîxûr kirine nav DAIŞ’ê. MÎT’ê bixwe li Tirkiyeyê şûbeyên ku endaman ji bo DAIŞ’ê bibîne, vekiriye. Her wiha ji nav sempatîzanên DAIŞ’ê ku ji çar hêlên cîhanê hatine bi sedan sîxûr çêkirine. Bi vî rengî DAIŞ bi temamî ketiye kontrola Tirkiyeyê. Ên ku vê rastiyê nebînin ne dikarin rastiya DAIŞ’ê fêhm bikin, ne jî dikarin hêza siyasî û raza li piştî çalakiyên ku bi navê DAIŞ’ê hatine kirin bibînin. Ji vî alî ve divê were dîtin ên ku 33 rêwiyên xewnerojkê dane qetilkirin desthilata AKP’ê ye, bi vê çarçoveyê divê têkoşîn were dayin, hesabê van komkujiyan jî ji Tayyîp Erdogan û AKP’ê were pirsîn.

33 rêwiyên xewnerojkê pira xwîşk û biratiyê yên di navbera gelê kurd û gelên Tirkiyeyê de xurt kirine. Di avabûna tevgera şoreşa yekbûyî de keda bêrîkirina rêwiyên xewnrojkê zêde ye. Weke hemû şehîdên şoreşê, ev şehîdên me jî hîmê tevgera şoreşê ye.

Xewna wan xwîşk û biratiya gelan, sosyalîzm, jiyana azad û demokrat a hemû mirovahiyê, têkçûna hêzên otorîter û faşîst bû ku mirovahiyê bi kedxwarî, zext û şerê gemarî difetisînin, xewna wan Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk bû. Xewna wan dahatuya gelan bû. Ji ber vê wê xewneroj bi ser bikevin, hemû hêzên faşîst, paşverû û despot wê têk biçin. Xewnên wan li hemû Rojhilata Navîn dê gulên sor vekin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar