Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Tirkiye encama ku xwest ji herêmê bigire, bi dest nexist’

Navenda Nûçeyan

Operayona leşkerî ya bi piştgiriya balafirên şer a Tirkiyeyê di 15’ê hezîranê de li başûrê Kurdistanê destpê kir, dewam dike. Balafirên Biçek ên Bê Mirov (SÎHA), di çarçoveya operasyonê de, gundê Kunemasî yê navçeya Şarbajer a Silêmaniyê di 25’ê hezîranê de bombebaran kir û di bombebaranê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşên balafirên şer ên heya niha dewam dikin de, bi giştî 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan gelek gundên girêdayî bajarê Duhokê jî hatin valekirin. Artêşa tirk herê dawî di 15’ê tîrmehê de navenda bajarê Kanî Masiyê topbaran kir.

Rojnameger Sayît Evran ê operasyona leşkerî ya dewam dike û pêşketinên herêmê di cih de dişopîne, rewşa heyî ji ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.

‘Rêbazên wan dişibinê yê DAIŞ’ê’

Evran bal kişan ser operasyonên Tirkiyeyê yên bi armanca propagandayê tên lidarxistin û wiha axivî: “Bêyî encamên vê gavê bi fikirin, gav diavêjin. Rêbazên propagandayê yên AKP’ê, dişibin rêbazên DAIŞ’ê. DAIŞ’ê her tim hêza xwe ji propagandayê digirt. Dema dê biçûbiya cihekê, bi konvoyeke 2 hezar, 3 hezar wesayîtan diçûn. Ev dîmen dixistin dewrê û gelek sazî û dezgên navneteweyî jî ev dîmen weke ‘Ber bi filan cihî ve ketin hereketê’ serwîs dikirin. Dema ku ev dîmen dihatin serwîskirin, heya ku DAIŞ diçû wî cihê, ew cih dihat valakirin. DAIŞ’î diçû û li wê derê bi cih dibû. Di rastiyê de, rêbazên propagandayê yên Tirkiyeyê, dişibin ên DAIŞ’ê.”

Evran roja operasyonê dest pê kir bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Medyaya tirk, roja 15’ê Hezîranê dema dest bi operasyonê hat kirin, nûçeyên operasyonê di manşetên xwe yên sereke de dan. Hinekan gotin ‘dest pê kir’ û hinekan jî gotin ‘Ji bejahî dewam dike.’ Mehek bi ser operasyonê re derbas bû. Lê piştî heftiyekê weke ku tu tişt ne bû be, dozaja wan ket. Dûre Hûlûsî Akar neçar ma ku biçe. Ez bi zanebûn navê Akar didim. Ji ber ku Akar ê di nava AKP’ê de, nêzî hin navên di nava NATO û Amerikayê de cih digirine de ye. Serokkomar Tayyîp Erdogan jî, dest bi şopandin siyaseta NATO û Amerîkayê daniye holê, dike.”

‘Encama xwestin derneket holê’

Di axaftina xwe de Evran diyar kir ku Tirkiye heya niha biserneketiye û wiha pêde çû: “Tenê dikare bi SÎHA û balafiran li herêmê operasyonan pêk bîne. Bi vê re jî leşkeran datîne herêmê. Bêîstisna 24 saetan bi balafirên keşfê hewl dide ewlekariya van leşkeran bigire. Lê ligel vê yekê jî, gerîla li dijî wan çalakiyan li dar dixin û derbên giran li wan didin. Tirkiyeyê, ligel evqas kontrolkirinê jî, nekariye li herêmê bi cih bibe. Ji cihên ku leşker lê danîne jî, piştî demekê neçar ma ye ku paşve bikêşe. Tirkiye, ji Girê Kartal û Girê Dupişkê yên tên zanîn jî paşve kişiyaye. Ne pêkan e ku leşkerên tirk karibin xwe li herêmê bigirin. Tirkiyeyê kir xirecir, lê encama xwest ne karî bi dest bixe. Ji ber encama xwestin bi dest nexistin, vê carê jî êrîşkar bûn. Jixwe mînakên vê yên pir zêde hene.”

‘Polîtîkayên valakirinê bi rêve dibin’

Evran anî ziman ku êrîşa li dijî Kanî Masiyê bi plan bû û wiha domand: “Dixwazin mirov ji herêmê derbikevin û herêmê ji mirovan xalî bikin. Ji Heftenînê bigirin, heya sînorê Şemzînanê, nêzî 300-400 gund vale kirine. Ji salên 60’î ve, heya roja îro li herêmê gelek gund vala kirin. Eşîreta Rekanî, ji ber şerê PDK û xwe de, 300 gund vala kirin. Roja ku Tirkiyeyê êrîş kir, dest pê kê li gundê Eşîreta Rekanî xist. Li herêmê polîtîkayeke cîdî ya bêmirov kirinê heye. Ev polîtîka, demek dirêj dewam dike. Li gorî wan divê Batûfa, Dêrelûk û Kanî Masiyê bên valakirin û li van herêman mirov nemînin. Ji ber vê, bi zanebûn van herêman dikin hedef. Gelê van herêman hez ji PDK’ê nake. Serî li hemberî PDK’ê natewînin. PDK jî bi hevkariya Tirkiyeyê dixwaze van herêman valA bike.”

‘Hikûmeta Iraqê aciz e’

Rojnameger Evran bertekên hikûmeta Iraqê yên li dijî Tirkiyeyê jî, nirxand û wiha got: “Tirkiye avê mîna çekê bi kar tîne. Ev yek jî hikîmeta Iraqê aciz dike. Jixwe, pirsgirêkên hikûmeta Iraqê yên navxweyî hene. Hikûmeta Iraqê polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê qebûl nake. Li ber pirsgirêkên navxweyî nikare bi awayekê xurt li dijî Tirkiyeyê derkeve û hêza xwe nîşan bide. Lê tişta ku divê hikûmeta Iraqê bike, pêwîst e ku van kiryarên Tirkiyeyê bibe rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY). Heya niha ev helwest nîşan nedaye. Lê divê êdî vê bike.”

‘Herêma tampon’

Her wiha Evran dest nîşan kir ku planên Tirkiyeyê yên êrîşkar, weke konseptekê dewam dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mînakên êrîşên li dijî Rojava li holê ne. Ji Efrînê bigirin heya sînorê Ûrmiyeyê, dixwaze kurdan ji qada kûrahiya 40 kîlometre derbixe û komên selefi li vê derê bi cih bike. Bi vî awayî, hewl dide herêma tampon ji bo xwe ava bike. Desthilatdariya AKP’ê li ser êrîşên li dijî kurdan hebûna xwe dewam bike. Ger hêza Tirkiyeyê ma be, wê dîsa êrîşî kurdan bike. Ji bo vê plana xwe bike dewrê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar