Sîstema faşîst, qirker û dagirker a tirk, hemû nirx û pîvanên neteweyî û navneteweyî bide aliyekî, hemû pîvanên mirovî û exlaqî li erdê dane û wisa tev digere.
Mêtingeriya ku bi qirkirin, talan, wêran û tunekirinê têr nabe; bi rêya kûçikên xwe yên hêzên leşkerî çav berdaye namûsa kurdan! Bi taybetî dema dawî li Şirnex, Êlih û peyre li gelek deverên din leşkerên tirk weke yek ji planên mêtingeriyê bi fetwayên bapîrê xwe, cihê talan kirin, jin û zarok weke xenîmet digirtin û dest dirêjî wan dikirin, herî dawî îro vê yekê li ser zarokên me kurdan dike.
Divê ji vê yekê bê zanîn ku mêtingerî her tişt kiriye û herî dawî dor hatiye ser keç û zarokên me ku wan weke xenîmet bigirin. Em yek mirovekî bi saxî xistina tabût û piştre jî gorê ye. Divê di serî de jin, ciwan û her ferdek kurd ên xwedî şeref, keramet û rûmeta mirovî, vê yekê bikin sedema dawî ya têkoşîneke bêeman a li dijî vê zordarî û mêtingeriyê.
Namûs û keramet ji bo me kurdan, xala herî dawî ye ku destdirêjî lê bê kirin. Îro di kesayeta van zarokên pak de, destdirêjî li me tevan hatiye kirin. Ji ber ku ew zarok siberoja civaka me ne. Dijmin vê dizane û bi vê yekê nêz dibe loma jî kiryarên wiha dermirovî pêk tîne.
Destdirêjiya li zarokên kurd, gaveke ji gavên plana ‘Çokdanînê’ ya faşîzma tûranî ya neviyên Osmaniyan e. Em bînin bîra xwe piştî ‘Pêvajoya Aştiyê’ êrîşên bajaran kirin û bajarên kurdan kirin kavil. Di wê pêvajoyê de mirov li kolanan qetil kirin û nimûneya vê ya herî berbiçav Dayika Taybet a bi hefteyan li kolanan ma. Li pey wê li jêrzemînên Cizîrê ciwanên ku bajarên xwe parastin ên birîndar bi saxî di jêrzemînan de bi benzînê şewitandin. Ciwanên me li dû panzeran bi erdê re kaş kirin. Dîsa gerîla Ekîn Wan a şehîd ket, bedena wê tazî kirin û xwestin bi vê yekê çavê jina kurd bitirsînin. Li aliyê din operasyonên qirkirina siyasî yên di bin navê ‘KCK’ê’ de bi deh hezaran kurdên pêşeng girtin bi hincetên vala bi dehan salan ceza dan wan. Li dû wê parlementer, hevşaredar, siyasetmedar, rojnamevan hatin girtin û şaredarî bi qeyûmên diz hatin talankirin.
Dema mirov li pey xwe dinêre û dibîne, dijminê hov ê ev hemû kirin; ji vê cesaret girt û çavê xwe da namûs û rûmeta mirov a herî dawî.
Welat namûs û rûmeta mirov a neteweyî ye. Bi sedan salan e ev dagiker bi kûçikên xwe yên leşker û hemû hovîtiya xwe destdirêjî dike. Di rewşek wiha de ku îro ev zalim li her çar aliyan êrîş dike, bi qasî pêwîst e nebûna helwesta me ya neteweyî kir ku îro ev zalim bê çavê xwe bide xala dawî ya namûs û kerametê.
Divê em li vir hinek li pişt xwe binêrin û bifikirin. Çi maye di destê me de? Êdî çi maye ku ev dijmin destê xwe dirêj nekirî? Hêvî û rica dikim kêmek jî be vê bifikirin; hûn ê bibînin ku çawa êşek kûr bêderman xwe li dil û hinavê we dide.
Gor û meytên şehîdên me rakirin û goristan hilweşandin. Rûmeta me ya herî mezin şehîdên me danîn bin peyarêyan ku mirov li ser bimeşe. Gelo ma tiştekî ji vê bi êştir û jantir heye? Îro jî çavê xwe berdane zarokên me tevan. Ne diyar e sibe wê dora zarokên kîjan ji me be? Wê li ku ev yek neyê serê her yek ji me?
Dibe we hemûyan ev yek bihîstibe; li Êlihê keça ku destdirêjî lê hate kirin, ji bo ji vê qirêjiyê xwe pak bike, hewl da xwe bikuje. Ew jî di wê ferqê de bû ku êdî xala dawî divê qirêj nemîne; keramet û rûmet pak be.
Hemû dayik, bav, bira, xwişk, cîran, kolan, tax, navçe, gund, bajar û herêm hew bes e; hew bes e ku em li ber zalim ewqasî xwe stûxwar bikin; hew bes e ku zarokek din, jinek din bibe qurbanê vê zilmê; hew bes e, rûmet û kerameta me li bin lingan û erdê be. Hew bes e…