Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dayikên Şemiyê 800 hefte ye li edaletê digerin

 

Li Tirkiyê û Kurdistanê di salên 1980 û 1990’î de bi hezaran kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin û windakirin. Aqûbeta gelek kesan nayê zanîn û kujer nehatine darizandin. Pêvajoyek dijwar hat birêvebirin û hêj ew pêvajoya tarî di bîra her kesî de ye. Nezelalkirina aqûbeta van kesan û nedîtina kujeran bû sedema têkoşîna malbatan û parêzvanên mafê mirovan.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di sala 1992’yan de bi dirûşma ‘Bila Winda Bên Dîtin’ kampanyayek ji bo windayan da destpêkirin. Ev kampanya di sala 1995’an de bi beşdariya çend malbatan li Qada Galatasarayê veguherî çalakiya rûniştinê û li seranserî welat deng veda. 25 sal in ev çalakî wek çalakiya Dayikên Şemiyê berdewam dike.

Ji wê rojê ve bênavber têdikoşin û edaletê qîr dikin

Çalakiya dayikan a ewil di 27’ê Gulana 1995’an de dest pê kir. Her ku çû hejmara van malbatan zêde bû. Têkoşîn û çalakiya Dayikên Şemiyê yek ji çalakiyên herî domdirêj a Tirkiyeyê tê zanîn.  Ji roja çalakiyê dest pê kiriye heta roja îro bi êrîşan û qedexeyan re rûbirû ma. Lê dayikan li qedexe, astengî û êrîşan guhdar nekir û bênavber li ber xwe dan û têkoşiyan.

Di hefteya 700’î de êrîşî dayikan hatibû kirin

Dayikên Şemiyê ji ber zext zêde bûn di 13’yê Adara 1999’an de navber dan çalakiya xwe. Dayikan carek din daketin qadan û di 31’ê Çileya 2009’an de çalakiya xwe domandin. Ji sala 2009’an çalakî bênavber domiya û di hefteya 700’î de yanî roja 25’ê Tebaxa 2018’an de li ser fermana Wezareta Karên Hundir polîsan çalakî qedexe kir û destûr neda daxuyanî were dayîn. Polîsan êrîşî dayikan kir û 47 kes hatin binçavkirin. Pişt re serbest hatin berdan.

Ji hefteya 700’î ve meydan qedexe ye

Piştî hefteya 700’î her hefte Dayikên Şemiyê xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyanî bidin lê ji wê rojê heta îro polîs pêşiya wan dibirin û destûr nadin çalakî li qadê pêk were. Dayikên Şemiyê jî li ser vê yekê çalakiya xwe li kuçeya avahiya ÎHD’ê lê ye li dar dixin. Niha jî ji ber tevdîrên koronayê dayik her hefte çalakiya xwe li ser platformên medyaya civakî li dar dixin.

Li meclisê Komîsyona Lêkolînê hat damezrandin

Di sibata sala 2011’an serokwezîrê wê demê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Dayikên Şemiyê vexwend Qesra Dolmabahçeyê û li gel wan hevdîtin pêk anî. 10 dayik û li ser navê ÎHD’ê 2 kes wek temsîlî beşdarî hevdîtinê bûn. Erdogan di vê hevdîtinê de soz da malbatan û gotibû ‘pirsgirêka we pirsgirêka kabîneya min e.’ Dayikên Şemiyê jî derbarê daxwaz û çalakiya xwe de dosyeyek berfireh radestî Erdogan kiribûn.

Her çiqas Erdogan ferman da jî lê pêşketin çênebû

Piştî vê hevdîtinê li ser fermana Erdogan ji bo aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di darbeya leşkerî ya 1980’yî de hatibû binçavkirin û windakirin were lêkolînkirin û zelalkirin Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê hat damezrandin. Komîsyon bi şahidên Cemîl Kirbayir re hevdîtin kirin. Her çiqas şahid hatin guhdarkirin û endamên emniyet û MÎT’ê hatin darizandin jî lê bes pişt re tu gav nehatin avêtin.

25 sal in lêgerîna edaletê didome

Dayikên Şemiyê ku 25 sal in bi dirûşmên ‘Bila winda bên dîtin û kiryar werin darizandin’ û ‘Winda diyar in kiryar li ku ne?’ çalakiya xwe didomînin û xwe ji hefteya 800’î re amade dikin ku li dar bixin. Vê şemiya pêşiya me çalakî dikeve hefteya 800’î. Heta niha ji bo daxwaza dayikan a bila aqûbet diyar bibe û kujer werin darizandin û qîrkirina wan edaletê tu gavek nehatiye avêtin.  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar