Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dadgeha Mêrdînê qeyûmê ji bo feydeya civakê erênî dît!

Wezareta Karên Hundir di 19’ê tebaxa 2019’an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir û hevşaredar Ahmet Turk ji peyvirê girtibû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, li 2’yemîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê doz vekiribû. 2’yemîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê têkildarî dozê biryar redda dozê da. Heyeta dadgehê di hinceta biryarê de diyar kir ku têkildarî parastina Ahmet Turk a ‘Di dema peyvirê de tu hêmanên sûc û lêpirsîn nehatiye dîtin û dûrxistina peyvirê li dijî zagonê ye’ parast ku îdeayên der barê Turk de girêdayî peyvirê ne.

Dadgehê di hinceta biryarê de cih da îdeaya ‘Wezaret, li gorî asta rastiya gilî û îxbara gihiştiye ber destê wê û taybetiya sûcê tê îdeakirin, neyîniyên ku hewce dibîne ji peywirê bigire, aşkera tê diyar kirin ku di çawaniya ku hiqûq qebûl bike de ye û di çawaniya ku ji bo tedbîrên demî ji peyvirê bê dûrxistin erka dewleta hiqûqê ye.”

Dadgehê parast ku erka Wezareta Karên Hundir ku qeyûm tayîn bike heye û tayînkirina qeyûm spart axaftinên Turk ên beriya hilbijartinê. Dadgehê dozên der barê Ahmet Turk ên beriya hilbijartina 31’ê adara 2019’an yek bi yek rêz kir û diyar kir ku lêkolîna Wezareta Karên Hundir piştî hilbijartinê jî berdewam kiriye.

Qeyûm li gorî fedeya civakê dît

Heyetê îdea kir ku dema piştî darizandinê Turk, dadgeh biryara ceza bide dê peyvira wî betal bibe û ji ber vê yekê, lêpirsîn têkildarî peywirê ne. Dadgehê parast ku lêpirsîn têkildarî peywira Turk in, dema derbarê hilbijêran de lêpirsîn bê destpêkirin, ji bo tedbîra demî Wezareta Karên Hundir dikare hilbijêr ji peywirê dûr bixe. Di vê mijarê de îdareya navendî xwedî erke ku li ser îdareyên herêmî rêveberiyê bike. Dema çawaniya lêpirsîna ceza li ber çavan tê girtin, ji bo selameta lêpirsînê, dûrxistina ji peywirê ya dozdar li gorî berjewendiya civakê û cemaweriyê ye û ne li dijî mevzuat û hiqûqê ye.

‘Sûcdarî li dijî peywirê ye’

Ji parêzerê Ahmet Turk Erdal Kuzu jî anî ziman ku li dijî biryara Dadgeha Îdarî dê li Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê îtîraz bikin û wiha got: “Ev biryarek skandal e. Bi vê biryarê mafê ‘karineya masumiyetê’ binpê kirine. Sûcdariya derbarê muwekilê me li derveyê erk û peywira wî ya şaredariyê ye. Bi vê yekê dadgehê karîneya masumiyetê xistiye bin lingan. Biryar siyasî ye û ne hiqûqî ye.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar