Navenda Nûçeyan |
Çavkaniyan ji toreya El-Erebiye re ragihand ku serokê meclisa parlamentoyê Misirê Eqîle Salih îşaret pê kir ku divê artêşa Misirê destwerdana Lîbyayê bike û destekê bide wê.
Çavkaniyan da zanînku Misir dê demê ji bo pêkanîna parastina ewlehiya neteweyî diyar bike, her wiha komên terorîst ên li Lîbyayê û nasnameyên hindekan ji wan jî diyar kirin.
Li gorî çavkaniyan Misir bi fermandarên Lîbyayê re derbarê koordînasyona hevbeş û destekdayîna artêşa Lîbyayê de kete pêwendiyê, odeya çalakiyên Misirê ji bo şopandina geşedanên aloziya Lîbyayê bi awayekî berfireh hat avakirin û di nava çend saetên pêş de dê berpirsên ji Lîbyayê serdana Misirê bikin da ku tedbîrên pêwîst bigirin.
Di rûniştina duh a li Parlementoya Misirê de biryar hate girtin ku dê hêzên xwe bişîne herêmên derveyî sînor.