Serdema paleolîtîk û neolîtîkê bi awayekî xurt li erdnîgariya Kurdistanê hatiye jiyîn. Ji aliyê bermahiyên arkeolojîk û alav-amûrên ku di wan deman de hatine bikaranîn ve Kurdistan gelek dewlemend e. Heta ku mirov bêje bes e di vê hêlê de çavkanî hene. Yek ji van cihên ku hem serdema paleolîtîk û hem jî serdema neolîtîk lê hatiye jiyîn Şikefta Şanîdar e.
Şikefta Şanîdar li başûrê Kurdistanê dikeve nav herêma Biradostê. Li navçeya Mêrgê Sor a girêdayî Hewlêrê di quntara çiyayê Biradost de ye. Ev şikeft 18 metre bilind, 52 metre fireh û 40 metre kûr e. Pêşiya wê sêgoşe ye. Di vê şikeftê de yekem car di peşengiya arkeologê bi navê Ralph Solecki de vekolîn hatin kirin. Di sala 1951’an de ji aliyê komek lêkolînerên ji Zanîngeha Columbia ve li vir vekolîn hatin kirin. Di encama vekolînan de agahiyên pir balkêş hatin bidestxistin. Emîn Soran (gerînendeyê avahiyên dîrokî yê navçeya Mêrgê Sor) dibêje: “Di destpêka vekolînan de hestiyên pitikeke neh mehî hatiye dîtin. Piştre biqasî sê metre hate kolan û 2792 hestiyên mirovên serdema kevir hatin dîtin. Di vekolînên 1960’an de hinek hestiyên din hatin dîtin.” Di encama lêkolîna li ser van îskeletan de diyar bû ku ev şikeft yek ji cihê neandertalan e. Dîroka wan jî digihîje beriya 60-80 hezar sal berê.
Bêguman gelek cihên ku neandertal lê jiyîne hatine dîtin. Li gelek cihan jî hestiyên neandertalan hatine dîtin. Lê Şikefta Şanîdar bi hin aliyên xwe yekane ye. Tu cihên din ên wekî vir heya niha nehatine dîtin. Niha em yek yek van xalan bigirin dest.
1-Di dîrokê de heta niha biqasî tê zanîn yekem cihê ku sê serdem pey hev re li heman cihî hatiye jiyîn Şanîdar e. Serdemên paleolîtîk, mezolîtîk û neolîtîk li pey hev li vir hatine jiyîn. Di lêkolînan de hem alav-amûrên serdema paleolîtîk û hem jî bermahiyen ku li derdorê çandinî hatiye kirin hatine dîtin. Ango li vir hem alavên kevir û hestiyên sewalan hatine dîtin hem jî nimûneyên berhemên çandiniyê hatine dîtin. Ev rewş jî cihekî taybet ji vir re derdixe holê.
2-Di şikefta Şanîdar de homo neandertal û homo sapiens bi hev re jiyane. Di kolandina nava şikeftê de hem hestiyên homo sapiens hem jî hestiyên homoneandertal bi hev re hatine dîtin. Tê zanîn ku homo neandertal beriya homo sapiens wekî cureyekê mirov jiyaye. Li ser ji holê rabûna homoneandertal gelek nîqaş hene. Hin pispor dibêjin ji ber şert û mercên hewayê tune bûne û hinek jî dibêjin ji aliyê homosapiens ve hatine tunekirin. Heke lêkolîneke baş li ser Şanîdar were kirin dibe ku têkiliya di navbera homoneandertal û homo sapiens de were zelalkirin. Wekî din jî di encama lêkolînan da diyar dibe ku homo sapiens gelek tişt ji homo neandertal girtine.
3-Hem neandertal û hem jî sapiens li şikefta Şanîdar miriyên xwe veşartine û kulîlk û polenên kulîlkan li ser miriyan reşandine. Ev jî tê wateya ku ji miriyan re rêz hatiye girtin. Beriya 60 hezar sal li ser erdnîgariya Kurdistanê mirovan miriyên xwe vedişartin û pişt wan re jî merasîm çêdikirin. Ango mirov dikare bi rihetî bibêje ev der goristana neandertalan e. Hê jî tam zelal nebûya ka bi çi mebestê kulîlk danînê ser tirban. Lê em dizanin ku îro ji bo hemû civakan mirî û gor gelek pîroz in. Ev pîrozî jî koka xwe ji vê erdnîgariyê digire. Tişta balkêş ew e ku çawa beriya 60.000 hezar sal mirovan ji ber qeraxa çiyayên Zagrosan kulîlk didan hev îro jî bi heman şêwazê kurd li ku kulîlkekê bibînin bala wan dikişîne. Navên zarokên kurdan îro bi piranî navê kulîlkan e. Di navbera kurd û kulîlkan de têkiliyeke xurt heye. Ev jî dide nîşan ku çanda kurdan çiqasî kevnar û xwedî bingeheke xurt e.
Saît Yildirim di pirtûka xwe ya bi navê ‘Di destpêka şaristaniyê de kurd û çand’ de behsa bûyereke di navbera arkeologê ku vekolînan li Şanidar dike û kesên alîkarê wî dikin re derbas dibe dike. Li gorî tê behskirin alîkarên arkeolog piranî kurd in. Arkeolog rojekê ji gerînende re raporekê dinivîse. Dibêje: “alîkarên min piranî bi kulîlkan re mijûl dibin. Bi qasî ku wextê xwe didin komkirina kulîlkan ewqasî wextê xwe nadin alîkariya min. Ji ber vê sedemê ez dixwazim hûn van alîkara biguherin.” Piştî demekê arkeolog dema dibîne ku li ser tirban polenên kulîlkan hene matmayî dimîne. Xwe bi xwe difikire û dibêje: “beriya 60 hezar sal mirovên li vir kulîlk kom dikirin û ev çand îro jî didome.” Arkeolog tê digihîje dîroka çanda kurdan. Ev çand hêj xwe dispêre serdema neandertalan. Piştre poşman dibe ku raporeke bi wî rengî nivîsandiye.
4- Di lêkolînan de li vir hestiyên çûkan hatine dîtin. Bi piranî hestiyên çûkên mezin ên wekî bet û eylo li vir hatine dîtin. Lêkolînên ku li ser van hestiyan hatine kirin ji me re dide nîşan ku ev çûk tenê ne ji bo xwarinê hatine girtin an jî kuştin. Bi taybet hestiyên baskên teyran dide nîşandan ku bi van hestiyan hîn rituel çêkirine. Dîtina hestiyên van teyran di gelek mijaran de dibe çavkaniya ronîkirinê.
a-) Di çanda kurdan de çûk cihekî gelek girîng digire. Mesele sembola Konfederasyona Medan teyrê duserî ye. Dîsa di çanda baweriya êzidîtiyê de teyrê Tawus sembola pîroziyê ye. Dîsa di çîrokên kurdan de û di destana Rustemê Zal de behsa Teyrê Sîmir tê kirin. Wekî din di roja me de bi dehan tevgerên kurd sembola teyr bikar tînin. Em dibînin ku ev sembol bi awayekî resen di destpêkê de li şikefta Şanîdar li Kurdistanê derketiye holê.
b-)Di bawerî û olan de ferîşteh bibask têne nîşandan. Di baweriya ola Yezdanî ya kurdan de hema bêje hemû tişt li ser ferîştehan çêdibe. Îro hem di êzidîtî û hem jî di yarisanî de baweriya herî xurt a ferîştehan e. Li gorî pisporan ferîşteh yekem car di pirtûka pîroz a cihûyan de derbas dibin. Di Tewratê de behsa wan tê kirin. Lê mirov bi dilekî rihet dikare bêje ku beriya Tewratê bi deh hezaran sal mirovên Şanîdar bi bikaranîna pêr û baskên teyran xwe di xistin şêweyên teyr û çûkan. Ango fikra mirovên bibask ji Şanîdar dest pê dike. Mirovên vir bi bikaranîna pirtik û baskên çûkan rîtûelên olî pêk dianîn. Rojnamevanê fransî Andrew Colins jî di pirtûka xwe ya bi navê ‘ji xweliya ferîştehan’ de li ser vê rewşê disekine û diyar dike ku ew fêrîstehen ku di pirtûka cihûyan (pirtûka hanok) qala wan tê kirin di rastiyê de mirovên ku xwe kirine şêweyên çûkan in. Li gorî encamên Şanîdar wisa dixuye ku mirovên çûk ên herî kevnar ên Şanîdarê ne.
5-Her wiha di vekolînan de bermahiyên ce, genim û hwd. din hatine dîtin. Bermahiyên destar hatiye dîtin. Ev jî tê wê wateyê ku serdema neolîtîkê jî bi awayekî xurt li vir hatiye jiyandin û çandinî pêş ketiye. Dîtina destar nîşan dide ku genim û ce hatiye hêrandin. Destar li gorî wê demê amûrekî gelek pêşketiye. Bermahiyên ce û genim ji nîşana çandiniyê ne. Jixwe ev herêm di heman demê de welatê çê û genimê kûvî ye.
Mirov dikare van xalan hê jî zêdetir bike. Bi pêşketina lêkolînan dê hîn agahiyên nû derbikevin. Jixwe arkeologê ku vê demê li wir lêkolînan dike Crish Hunt ji bo girîngiya Şanîdarê wiha dibêje: ‘Ev gencîneyeke(xezîne) agahiyan e. Zêr tune, yakud tune lê agahî heye… Ev jî bê giranbuha ye.’ Li gorî wî Şanîdar li ser rûyê gerestêrka me ji bo arkeolojiyê yek ji cihê herî girîng e.
Şikefta Şanîdar tenê ne ji bo aşkerakirina pêşketina civaka li Kurdistanê di heman demê de ji bo pêşketina civaka giştî û baweriyê qonaxeke gelek girîng e. Li vir tê dîtin ku mirov miriye xwe binax dikin ango dibe ku baweriya wan ji bo cîhaneke din hebe. Miriyên xwe di rewşa cenîn de veşartine. Ango rewşa berî ku biwelidin. Bi vî awayî amadekariya ji bo zayîneke din dikin. Dîsa bikaranîna per û baskên çûkan pêşketina şamanizm û baweriya ferîştehan dide aşkera kirin.