PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Derman nadin girtiyê di hucreya yekkesî de’

Şehrîban Çoban, di sala 2015’an de li ser gotinên şahidekî yên derbarê xwe de hatibû girtin û di heman salê de bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’ 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştre îttîrazên ku hatibûn kirin encam nedabûn û cezayê wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû qebûlkirin. Li ser vê yekê Ozbay, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. AYM’ê serlêdana Çoban qebûl kir û di 2’yê tîrmehê de ji Girtîgeya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê hat berdan.

Çoban derbarê şertên girtîgeha jê hat berdan axivî û diyar kir ku di demên dawîn de zextên li ser girtiyan zêde bûne û wiha got: “Girtîgeha me girtîgehek ‘pîlot’ bû. Bi pêvajoya pandemiyê re şertên ‘tecrîdê’ ketin pêk hatin. Berê em tev li qursan dibûn. Rojên me yên sohbeta hevpar hebûn. Em van rojan bi hevalên xwe re dihatin gel hev. Niha bi taybetî di hevdîtinên parêzeran de pirsgirêk hene. Xwarinê kêm didin girtiyan. Tundiya fizîkî nîn be jî tundiya derûnî li girtîgehan heye.”

Girtiyên nexweş di hucreya yekkesî de tê girtin

Çoban bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fatma Ozbay û derbarê rewşa wê de ev tişt got: “Fatma 25 sal in girtî ye. 2 sal in jî bi nexweşiya pênçeşêrê ketiye. Ji ber vê nexweşiyê pêsîreke wê jêkirine. Nexweşiya wê di asta sêyemîn de ye. Li hundir emeliyat bû, lê ji ber pandemiyê tedawiya wê nehat kirin. Herî dawî dema ku birin nexweşxaneyê bêyî ku tedawiya wê bê kirin paşve anîn û kirin qarantînayê. Niha li hucreya yekkesî dimîne û dermanên wê nayên dayîn.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar