Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Tacîz û tecawiz, parçeyeke rêbaza şerê taybet e’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, têkildarî rojevên jinan civîna çapemeniyê li dar xist. Başaran diyar kir ku polîsan bi hinceta vê civîna wan a çapemeniyê, Buroya Têkiliyê ya Komîsyona Rêveberiya Herêmî ya Demokratik a li Amedê kirine dorpêçê û wiha got: “Emniyeta Amedê, buroya me ya rêveberiya herêmî dorpêç kiriye. Diyar e îstîxbarat şaş girtiye. Em li Enqereyê daxuyanî didin.”

Başaran da zanîn ku têkoşîna jinê ya di HDP’ê de, têkoşîna jinên femînîst a ku sedsal e dewam dike ye û ev tişt anî ziman: “Em ê weke jinên HDP’î, destûr nedin ku ev têkoşîn bêrawestandin, êrîş û pêngavên li dijî vê têkoşînê. Mixabin em di demek ku îstîsmar û tundiya li dijî jinê pir zêde bûne re derbas bibin. Ev bûyer polîtîk in. Bûyerên tecawîz û îstîsmarê yên li bajarên kurdan zede bûne, parçeyeke rêbazê şer ê AKP û MHP’ê ye. Piştî ku zaroka 10 salî li Şirnexê rastî tacîzê tê, walî derdikeve daxuyanî dide û diyar dike ku ev bûyer weke polîtîk tê pêşkêşkirin. Ev jî nîşanî me dide ku sûcdarê vê tacîzê ne tenê çawişê pisporê, yên ku vê cesaretin didin wî ne. Jinek 18 salî ji aliyê çawişekê pispor ve tê tecawîzkirin. Dema ku jin dixwaze vê bûyerê bi raya giştî re parve bike jî, 20 rojan tê desteserkirin, rastî gef û zilmê tê. Ev çawişê pispor jî mîna yê Şirnexê, hêzê ji desthilatdariyê digire, jina ciwan tehdît dike û jina ciwan ji ber vê ji neçarî întîhar dike. Dema em li Êlihê bûn, di hevdîtinên me kirin de, me bihîst ku rewşa jina ciwan giran e. Li Şirnexê 2 pisporên çawiş tên berdan. Em baş dizanîn ku wê ev hewldanên wan dewam bikin. Ji ber ku ev polîtîkayeke tifaqa AKP û MHP’ê ye û parçeyekê şerê taybet e. Ev rêbazên wan her roj bi bûyerên cuda derdikevin holê.”

‘Em wan ji êrîşên wan nas dikin’

Di axaftina xwe de Başaran anî ziman ku ew polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan ji rêbazên operasyonên li hemberî jinan nas dikin û wiha domand: “Em ji îşkenceya bi kûçik a li dijî Rojbîn Çetîn, girtina hevala me ya jina 70 salî, Gulistan Dokû ya 200 roj in winda ye, êrîşên li dijî Komeleya Jinan a Rosa û TJA’yê van polîtîkayên baş dizanîn. Em ê tu carî li dijî van êrîş û polîtîkayan bêdeng nemînin.”

Başaran bal kişand ser qetilkirina Pinar Gultekîn û Fatma Altinmakas jî û wiha dewam kir: “Em her tim dibêjin ev encamên polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê ne. Berê jî min bi raya giştî re parve kiribû; siyaseta AKP û MHP’ê bi rêve dibe, ajandaya siyaseta li dijî jinan e. Ne tenê di meha hezîranê de 27 jin hatin kuştin, di heman demê de 23 jin jî bi awayekê bi guman hatin kuştin. Di dema desthilatdariya AKP’ê de 3 hezar zêdetir jin hatin qetilkirin. Êdî ev rewş veguheriye komkujiyê.”

Di dirêjiya axaftina xwe de Başaran dest nîşan kir ku AKP li şûna ku li dijî komkujiya jinan siyasetekê pêş bixe, hewl dide samîmiyeta HDP’ê ji testê derbas bike û ev tişt anî ziman: “Samîmiyeta me testkirina AKP’ê ye. Testa samîmiyeta me jinên li Tirkiyeyê ne, jinên kurd in, jinên çerkez in û jinên tirk in. Testa samîmiyeta AKP’ê, polîtîkayên bi rêve dibe ye. Erdogan ji bo cînayeta Pinar Gultekîn got ew ê şopdarê bûyerê bin. Em ev rewşa we ya şopandinê, di tundiya li dijî jinan de dît. Tişta ku hûn dixwazin bişopînin siyaseta efûkirina bersûcan e. Lê em jin destûrê nedin vê yekê.”

Peymana Stenbolê

Başaran nîqaşên desthilatdariyê yên guhertina Peymana Stenbolê jî bi bîr xist û wiha pêde çû: “Di rojên ku tacîz, tecawîz û tundiya li dijî jinan pir zêde bûyîn de, nîqaşên guhertina Peymana Stenbolê xistin rojevê. Em ê vê yekê qebûl nekin. Her roj di televîzyonan de jinan hedef nîşan didin ku vê nîqaşa xwe dewam bikin. Her roj li ser guhertina Peymana Stenbolê nîqaş dikin, lê bi tu awayî mafê axaftinê nadin jinan. Di encama kedeke mezin a jinan de ev peyman hat qebûlkirin. Îro desthilatdarî dixwaze van destketiyên me ji me bigire. Em ê bi tu awayî destûrê nedin ku desthilatdarî van destketiyên me ji me bigire. Ewlekariya me ne desthilatdarî, ne hêzên ewlekariyê û ne jî daraza ku cesaretê dide zilaman e. Ewlekariya me destkeftiyên me bi xwe ne. Em ê tu carî dest ji van destkeftiyên xwe bernedin. Êdî tehemula me nemaye ku jinek tenê jî ji nava me kêm bibe.”

Bang li partiyan kir

Başaran di dewama axaftina xwe bang li komên partiyan ên di meclisê de ne kir û wiha got: “Weke HDP’ê, koma me ya jinan di parlamentoyê de heye. Ger hûn dixwazin tundiya li dijî jinan ji holê bê rakirin, werin em bi hev re pirsgirêkê ji holê rabikin. Em bang li hemû saziyên jinan dikin, werin em hemû bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Werin em hemû bi hevre ji desthilatdariyê hesap bipirsin. Ji bo ji bo vê amade ne ku bi hevre rûnin û nîqaş bikin. “

Fînala kampanyayê li Enqereyê ye

Her wiha Başaran derbarê kampanyaya ‘Jin Li Her Derê ne’ ya di 8’ê hezîranê dest pê kiribûn de jî, ev agahî dan: “Ev meheke, em li dijî îstîsmarê, tundiya zilam, bi qeyûman re girtina saziyên siyasî û astengiyê xwe gihandinan jinan, dengê xwe bilind dikin. Me got têkoşîna jinan li her derê ye. Em ê di 25’ê vê mehê de, li Parka Kûgûlû ya Enqerê saet 12.00’an de, fînala vê kampanyaya xwe bidin. Em ê kampanyaya xwe bi dawî bikin. Em ê dîsa bêjin têkoşîna jinan li her derê ye. Werin em hemû bi hev re li dijî cudakariyê, tundiyê û siyaseta dijber xwedî Peymana Stenbolê derkevin. Werin em bi hevre bibin dengê hemû jinan û li dijî serdestiya zilam a ku dixwaze me dorpêç bike, têkoşîna xwe mezin bikin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar