97 Sal berê roja îro, li bajarê Lozana Swisrê, bi biryara hinek dewletan, Kurdistan bi fermî hat perçekirin. Bi vê fermana navdewletî ya bi navê Peymana Lozanê, bû 4 parçe û weke Beşikçî jî gotibû, êdî li gorî zagonên navdewletî jî bû ‘mêtingeha navdewletî’!
Ev parvekirina dudan bû. Lê weke em zanin cara yekemîn ji aliyê imparatoraya Osmanî û Sefewiya, li bajarê Qesra Şîrîna Îranê bi navê Peymana Qesra Şîrîn, Kurdistan bûbû 2 parçe û li gorî vê biryara bêbext a vê peymanê, heta roja îro jî ew sînorên hatibûn destnişankirin di navbera dewleta Îranê û Tirkiyeyê de her dewam dike.
Lê li şûna Sultan Muradê osmanî niha sultan Receb, li şûna Şah Ebbas jî Şah Ruhanî li ser textê mêtingeriyê rûniştine.
Cara dudan jî, dema li gorî projeya sedsala 20’an a Sykes-Picot, Rojhilata Navîn di serî de Brîtanya û Fransa di navbera dewletên hegemon ên cîhanî de hat parvekirin, Kurrdistan jî li gorî berjewendên dewletên xwe, kirin 4 parçê û radestî dewletên tirk, Îran, Iraq û Sûriyeyê kirin.
Mirov bala xwe didê, agahiya gelê kurd jê nîne, hinek din li ser maseyê rûniştine û li gorî kêfa xwe xaka me, welatê me û gelê me parçe parçe dikin!.Dema ku mirov van dîrokên xwînmij û wêranker û qirker dixwîne, dil û hinavê mirovan disoje.
Lê ez bawer dikim mijara niha ku ez ê bibêjim, dibe ku hîn pirtir dil û cerg û serê mirovan biêşîne. Erê heta niha hêzên biyanî em û welatê me parçe kirin, belê niha, ew pira Sêmalka çi ye gelo? Ew xendekên di navbera Başûr û Rojava de dihatin kolandin, ji bo ku gelê me derbasî cem hevdu nebin çibû?
Ez ji vêna re dibêjim parçekirina 3’an û a bi destê Kurdan e! Ma gelo ev kiryar, ev kar û ev hilwest ne xedartir e ji yên din? Êdî hûn çi navî lê dikin hûn zanin!
Ev bûyerên xedar û dijwar û qirker hemû ji bo çi hatin serê me? Bêgûman, ji nezanî û bê rêxistînî û bê rêberiya xurt bû. Eger rêberiya me ya zana û têgihiştî û bi dil û can hezkirê jiyanek azad ji bo welat û gel û mirovahiyê hebû ya, helbet tu hêz û dewletên biyanî ew ê nikaribûna em parçe parçe bikirina.
Lê belê ev sedsala nû ya 21’an ew ê encamên wê nebe weke sedsalên berê. Ji ber ku êdî gelê kurd û gelên kurdistanî ne bê Rêber in û ne jî bê rêxistinin. Her du jî hene û ew taybetmendiyên hatin gotin hemû jî hene û gel bi xwe jî gelek serwext û zana bûye. Êdî li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat jî hesab ji gunehkaran, tawanbaran û xiyanetkaran tê pirsin û şoreş gav bi gav pêşve diçe.
Li parçeyî herî biçûk li Rojava şoreş pêkhatiye. Pêla ba û bahoza şorêşê derbasî derveyî Kurdistanê jî bûye; çûye heta nava dewletên ku welatê me parçe kirine, çûye ber deriyê xaniyê ku Peymana Lozanê hatiye nivîsandin û hesab ji wan jî tê pirsîn.
Mirov êdî dikare bêje; çerx berovajî hatiye zîvirandin, ‘mêtingeriya navdewletî’ veguheziye bûye: ‘Şoreşa Navneteweyî!’