Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kampanyaya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ bi dawî bû

Meclisa Jinan a HDP’ê di 8’ê Hezîranê de kampanyaya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ dabû destpêkirin. Meclisa jinan bi daxuyaniyek ku li Parka Kûgûlû ya Enqereyê da kampanyaya xwe bi dawî kir. Beriya jin li parkê bicivin polîsan parkê dorpêç kir. Jin ji gelek bajaran hatibûn û polîsan beşek ji van jinan bernedan parkê.

Dayikên Aştiyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Dayikên ku ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin stran gotin. Gelek rêxistinên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Jinan pankarta ‘Têkoşîna jinê li her derê ye’ hildan û dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û gelek dirûşmên din berz kirin û dovizan hilgirtin.

Tevî hemû astengiyên polîsn jî jinan li parkê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr daxuyanî da û bi bîr xist ku wan kamanyaya xwe li Enqereyê dane destpêkirin û wiha got: “Em dirûşma ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ derketin rê. Armanca me li dijî her cûre qirkirin û tundiya li ser jinan û îradeya jinan ew bû ku em dengê xwe bilind bikin.”

‘Me li her derê hêrsa xwe veguherand raperînê’

Taşdemîr da zanîn ku ew ji Stenbolê heta Amedê ji Dêrsimê heta Antalyayê, ji Manîsayê heta Wanê û ji Agiriyê heta Mûglayê û li gelek bajarên din bi jinan re hatine gel hev û wiha got: “Em li Stenbolê bûn Fîgen. Em li Dêrsimê bûn Gulistan. Em li Amedê bûn Rojbîn. Em li Agiriyê bûn Ceylan. Em li Mûglayê bûn Pinar. Me li dijî kesên me nas nakin û îradeya me tune dihesibînin kuçeyan bi rengê mor neqişand. Me got em li dijî îşkencekaran li vir in. Me dengê xwe li dijî qatilan bilind kir. Me hêrsa xwe veguherand raperînê.”

‘Em bûn dengê jinên girtî û tên kuştin’

Di berdewama axaftina xwe de Taşdemîr ev tişt anî ziman: “Me got têkoşîna jinan li her derê ye. Em çûn ser dîreksiyonê û me bera karwanê xwe mor da Kanirayê. Me coş û kelecana xwe bi Fîgen, Sebahat, Gulten, Gulser û gelek jinên girtî re parve kir. Me li dijî kesên tundiyê dikin û tên berdan çalakiya Kurdeleya Mor li dar xist û raperîna xwe qîr kir. Me li dijî kuştin û tundiya li dijî jinan, zarokan, talankirina xwezayê, dijminantiya civakê, li dijî çeteyan, dizekan, mafyayê û yasaya înfazê îtîraz kir. Me mîkrofona xwe ya mor da destê xwe û em bûn dengê jinên tên qetilkirin û girtî ne û nepoxên mor û spî ji bo wan firand. Me li dijî îşkencekaran, kujeran û tecawizkaran li kuçe û meydanan çalakî li dar xist û wan teşhîr kir. Me qîr kir û me got wê jin serê xwe netewînin. Bênavber bi şev û roj em li qadê bûn û me rengê jinan da qadan. Rengê berxwedana me mor e. Em bûn xeta azad, têkoşîn û berxwedana jinan.”

‘Me piştevaniya jinan mezin kir’

Taşdemîr destnîşan kir ku ew li dijî zîhniyeta darbekar û polîtîkayên dijminane yên li dijî jinan bi jinan re hevpariya xwe destnîşan kirine û wiha pêde çû: “Me li îtîraza jinên keda wan tê xwar û tê xwestin di malê de were hepskirin û di nava malê de bi tundiyê re rû bi rû dimîne guhdar kir. Dema em jin derketin rê li tevî hemû êrîşan û binçavkirin û girtinan jî me biryardariya xwe ya azadiyê û têkoşînê domand. Ev êrîş nikaribûn me asteng bikin. Wê nikaribin bibin asteng. Me di vê rêyê de li dijî tifaqa zilam a AKP-MHP’ê piştevaniya jinan mezin kir û em bûn deng û bêhna stendina hev.

Me di vê rêyê de hêviya ku bû rêber û piştevanî, hêz û yekitiya me mezin dike xist tûrê xwe. Çimkî em dizanin dê tu êrîşên faşîst û zayendperest nikaribin îradeya me bişkînin û têkoşîna me têk bibin û peşkê li hêviya me bixin.”

Dê her bêjin azadî

Her wiha Taşdemîr peyama mezinkirina berdewamkirina têkoşînê da û got ew ê her aştî, edalet, azadiyê qîr bikin û li dijî her cûre tundî û tecawizê derkevin û jê re bêjin na û diyar kir ku divê her kes baş dizanibe ku jin bi hev re bi hêz in.

Daxuyanî bi lêdana çepik û tîlîliyan bi dawî bû. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar