Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên darizandin

Xizmên windayan ên Amed û Îzmîrê çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin’ di hefteya 598’emîn de li ser înternetê vîdeoya belav kir, li dar xist. Vê hefteyê li kujerên Cemal Geren ê di 10’ê sibata 1991’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû binçavkirin û windakirin ku piştî 25 rojan cenazeyê wî li gundekî hatibû dîtin, pirsîn.

Rêveberê ÎHD’ê Yakûp Guven di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji ber malbata Geren nebû cerdevan ji gund hatin derxistin û gundê wan hat şewitandin û li ser vê yekê malbat li Cizîrê bicih bûye. Guven got ku lê belê li navçeyê jî zextên li ser malbatê dewam dikin û lawê mezin ê malbatê Mehmet Geren gelek caran tê binçavkirin û îşkencekirin û da zanîn ku îtîrafkar Abdulhakîm Guven û Adem Yakin gefan li Mehmet Geren xwarine û xwestine ji Cizîrê biçe, rojek şûnve Mehmet Geren bi hevjîna xwe re diçe Stenbolê û li vir dîsa tê binçavkirin û 12 roj agahî jê nayê girtin.

Di axaftina xwe de Guven got li ser vê yekê malbat diçe Stenbolê û hîn dibin ku lawê wan di binçavan de ye û piştî 12 rojan tê berdan û ew ji Stenbolê koçî Meletiyê dike û li wir bicih dibe û li wir jî tê binçavkirin û îşkencekirin. Guven da zanîn ku Mehmet Guven piştî Meletiyê dîsa diçe Stenbolê û di vê serdemê de bav, dayik û birayê wî Cemal Geren li Cizîrê rûdiniştin û destnîşan kir ku Cemal Geren ji malbata xwe re dibêje “ez diçim kar” û carek din agahî jê nayê wergirtin.

Guven destnîşan kir ku piştî 25 rojan cenazeyê Cemal Geren ê windayî li zeviyên gundek derdora Cizîrê tê dîtin û piştî cenaze radikin nexweşxaneyê radestî malbatê tê kirin û got ji ber malbata Geren di wê serdemê de ditirse tu serlêdana hiqûqî nade destpêkirin.

Aqubeta Gulunay ê 28 sal in winda ye pirsîn

ÎHD’ê ya Îzmîrê û xizmên windayan jî çalakiyên xwe yên vê heftê pêk anîn. Rêvebera ÎHD’ê Cemîle Karakaya daxuyaniya heftanê xwend.

Karakaya di çalakiya yê de çalakiyên Dayikên Şemiyê ya hefteya 800’emîn silav kir û wiha got: “25 sal berê me got ‘We sax girt em sax dixwazin’. Lê bersiva vê yekê; wekî Hasan Ocak, Ridvan Karakoç, Ferhat Tepe, Ayşenur Şimşek ên îşkence li bedenên wan hatiye kirin û gorên bênav dan. Dîsa wekî Kenan Bîlgîn, Cemîl Kirbayir, Savaş Buldan û bi sedan windayên din bûn raz. Heta niha me tu şop nedîtiye.”

Karakaya anî ziman ku Hasan Gulunay zewicî bû û bavê 4 zarokan bû û wiha domaned: “Hasan Gulunay 28 sal in winda ye. Gulunay di 20’ê Tîrmeha 1992’yan de dema li Tarabya ya Stenbolê ji malê diçû kar hat windakirin. Piştî çû carek din agahî jê nehat girtin. Hevjîna Hasan Bîrsen Gulunay piştî Hasan nehat malê bi şika hatiye binçavkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya DGM’ê ya Stenbolê da. Lê dozger angaşt ku Hasan nehatiye binçavkirin. Malbatê piştre bi Cîgirê Midûrê Polîsan ê Stenbolê Huseyin Kocadag re hevditin kirin. Huseyin Kocadag got ‘Hasan Gulunay sax e di hundir de ye. Piştî şopa birînê wî baş bûn dê aşkera bikin.’ Malbatê ev yek bi civîna çapemeniyê parve kir. Lê hemû serlêdanên malbatê bê encam ma. Malbatê ji bo Hasan Gulunay bê berdan, serî li ÎHD’ê ya Stenbolê dan, serî serî li meclisê dan û bi Wezîrê Karên Hundir Îsmet Sezgîn re hevdîtin kirin

Hevalê Hasan Erol Çam, dema li Gayrettepe ya Stenbolê di bin çavan de bû dengê Hasan ê ‘Ez Hasan Gulunay, dê min winda bikin.’ bihîstibû. Hevjina Hasan Bîrsen Gulunay, li ser van agahiyan serî li hemû rayedaran û hemû deriyan dan. Lê 28 sal in tu agahiyê nastînin.”

Karakaya da zanîn ku malbatê di sala 2013’yan de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da, lê Dadgehê di 21’ê nîsana 2016’an de bi hinceta agahî tune dosya girtin û diyar kir ku ÎHD’ê di sala 2016’an de dosyaya Gulunay şandiye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar