Şaredariya Sêrtê beriya di destê HDP’ê de be, ji bo xizmeta civakê li Taxa Bahçelîevler Mala Şînê vekiribû. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin, qeyûmê mala şînê girt û li şûna wê Ocaxa Nijadperestan (Ocaxa ulkuciyan) vekir.
Hat zanîn ku di 6’ê tîrmehê de di civîna bi encumenan re biryarê hatiye dayîn. Qeyûm li ser daxwaza Vakfa Çand û Perwerdehiyê ya Ocaxa Mengî, mala şînê girt û Ocaxa Mengî (Ulku) vekir.
Qeyûmê li ser şaredariya Sêrtê hatibû peywirdarkirin Alî Fûat Atîk wexta ku nû hatibû ser peywirê sirûda neteweyî ya tirkan dabû xwendin. SÊRT