Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tosûn: Em bi saya Ocalan li kolanan in

HDP’ê ya Îzmîrê di çarçoveya ‘Hevdîtina Demokrasiyê’ de beriya foruma ku di 27’ê tîrmehê de li Qada Gundogdu lidar bixin, bi Dayikên Aştiyê re kom bûn. Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê kom bûn. Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun û Huda Kaya jî di nav de gelek Dayikên Aştiyê tev li civînê bûn.

Di civînê de parlamentera HDP’ê Remziye Tosun anî ziman ku çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 800’emîn de didome û wiha got: “Têkoşîna dayikan gelek girîng û bi wate ye. Divê her kes li têkoşîna dayikan xwedî derkevin. Birêz Ocalan dibêje ‘Heta ku jin azad nebe civak azad nabe’. Ji ber vê yekê em gotina wî esas digirin. Ger îro jin bi hev re li kolanan têdikoşin, bi xêra birêz Ocalan e. Em tecrîda li ser birêz Ocalan şermezar dikin. Tecrîdkirina birêz Ocalan di serî de li ser jinan, li ser hemû Kurdistanê dimeşînin. Divê em hemû ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin.”

‘Em ê li qadan bin, dev ji têkoşînê bernadin’

Tosun da zanîn ku Dayikên Aştiyê bi salan e ji bo aştî û azadiya zarokên xwe têdikoşin û ev tişt anî ziman: “Divê her kes zanibe ku mamasoteya herî baş dayik e. Tu hêz nikare li pêş sekna dayikên me raweste. Desthilat pir ji dayikan ditirse. 5 sal in êrîşî HDP’ê dike. Tu partî nikarin di bin ew qas zext de rawestin. Em nizanin çend jin winda ne. Ji ber jin têdikoşin, ji jinan ditirsin. Çi dibe bila bibe em ê dest ji tekoşînê bernedin. Em ê her tim li qadan bin û têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Dê bi zext û êrîşan nikaribin me’

Parlamentera HDP’ê Huda Kaya jî xwest her kes ji têkoşîna dayikan dersê bigirin û wiha got: “Jin hêz û motora têkoşînê ne. Di têkoşîna jinê de hêz û enerjî heye. Ger ked û dilê dayikên me tune be, wê têkoşîn û HDP li holê nemîne. Yê vê têkoşînê û partiyê ava dike dayik in. Îro hê jî gelê me li dijî zaliman têdikoşin û bi hêvî ne. Desthilata AKP’ê polîtîkayên tirsê pêş dixe. Jin li qad û kolanan li ber xwe didin û vê polîtîka tirsê dişikînin. Jin tên cem hev û rê vedikin. Di vê rêya ku jin vedikin de mêr dimeşin. Îro jî wisa ye. Çiqas bixwazin hêz û têkoşîna jinan bişikînin jî wê nikaribin me ji têkoşînê vekişînin. Em bi hev re bi hêz in.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar