Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Kolan bi kolan hevdîtina bi jinan re didome’

Meclisa Jinan a HDP’ê li dijî tundî û qetilkirina li hember jinan û îstîsmara zarokan di 8’ê adarê de starta kampanyaya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ da destpêkirin û fînala wê dê di 28’ê tîrmehê de li Enqereyê pêk bê. Jinên seranserê kampanyayê polîtîkayên li hember jinan teşhîr kirin dê hevdîtinên xwe ji vir şûnde jî bidomînin.

Hevseroka HDP’a Tuşba ya Wanê Edîbe Babur û endama Meclisa Jinan a HDP’ê ya Şaredariya Tuşbayê Devlet Çîftçî pêvajoya kampanyayê nirxand.

Edîbe Babur bal kişand ser êrîşên zayendî yên leşkeran ên li herêmê li hember jin û zarokan pêk tînin û wiha got: “Sedema zêdebûna îstîsmar û kuştinên jinan encama polîtîkaya desthilatdariyê ye. Polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê tundiya mêr rewa dike. Ji serî de em dibînin ku ji bo jinê hiqûq pêk nayê. Em dizanin ku mafê zarokek rastî îstîsmarê hatiye nayê pirsîn. Dikarin zarokan bikujin, îstîsmar bikin. Lê em Meclisa Jinan a HDP’ê û wek TJA van polîtîkayan qebûl nakin.”

‘Sedema kuştinên jinan hêza ku desthilatdarî dide mêr e’

Babur derbarê kampanyaya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ de axivî û wiha pêde çû: “Me li seranserê Wanê kampanyaya xwe bi meşa li Agiriyê bi dawî kir. Sedema li Agiriyê pêk hatin ev bû ku li wir 6 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Sedema mirina 6 jinan jî encama nêrîna dewletê ya li hember jinan e. Îro qetilkirina evqas jinan ji hêza ku desthilatdarî dide mêr pêk tê. Jin bi giştî wek malê mêr tê nîşandan.”

‘Em ê destûrê nedin ku pêşerojê tarî bikin’

Her wiha Babur anî ziman ku bidawîbûna kampanyayê re dê li malên xwe nemînin û wiha got: “Em ê mal bi mal bigerin û mafên wan vebêjin. Em ê nîşan bidin ku jin tu car ne tenê ne û em ligel wan in. Zihniyeta qirêj a AKP-MHP’ê wê bi têkoşîna jinê bi dawî be. Em efûya ji bo îstîsmara zarokan tê jî tu car qebûl nakin.”

‘Em dest ji vê têkoşînê bernadin’

Devlet Çîftçî jî diyar kir ku dê hevdîtinên jinan bidomînin û ev tişt anî ziman: “Divê em hemû jin bibin yek û destûrê nedin qetilkirina jinan. Jinên ji bo mafê jin û zarokan têdikoşin tên binçavkirin û girtin. Bi vê dixwazin bitirsînin. Em tu car dest ji vê têkoşînê bernadin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar