Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Vegera Şengalê bersiva herî mezin e’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta salvegera 6’emîn Qetlîama Şengalê ya Fermana 73’yan ji ajansa ANF’ê re nirxand.

Avesta di serî de şehîdên Fermana 73’yan û hemû mirovên ku di fermanan de heta roja îro bûne qurbanî bi bîr anî.

Avesta bal kişand ser fermana 73’yan û ev tişt anî ziman: “Salvegera 6’emîn fermana 73’yan a 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê, di şexsê Şengalê li ser tevahî Ezîdxanê pêk hat. Ê ku vê komkujiyê plan kirin, êrîşkirin û tê de piştgiriya çetê DAIŞ’ê kirin wan şermezar dikim. Di şexsê şehîdên fermanê de tevahî şehîdên Ezîdxanê û Kurdistanê bi rêzdarî û hurmetî bi bîr tînim û ji malbatên wan re sersaxî dixwazim. Di rojeke wisa bi êş de, êşên wan parve dikim. Bi munesebeta vê rojê yên ku nehiştin ferman bi ser bikeve, bi rengekî qehremanî wekî Derweşên hemdem ji çiyayên Kurdistanê berê xwe dan Şengalê şervanên Rêber Apo ê HPG – YJA Starê, dîsa ji rojavayê Kurdistanê YPG – YPJ’ê xwe gihandin Şengalê û nehiştin ferman bigihije armancê xwe û şehîd ketin, di şexsê heval Dilgeş, Armanc, Vînar û Orhanan de bi rêzdarî, bi hurmetî bi bîr tînim. Qehremaniya wan, lehengiya wan dê tu carî mirovahî û gelê Êzîdxanê ji bîr neke. Ew ê her tim mînetdarê wê lehengiyê be.”

‘Trajediya li Şengalê trajediya sadsala 21’an bû!

Di axaftina xwe de Avesta bal kişand ser armanc û planên li Şengalê yên qirkirinê û ev nirxandin kir: “Êrîşa li ser civaka me yê êzidî pêş ket, êrîşekî plankirî bû. Ev êrîş êrîşekî, siyasî, bîrdozî, bi zanebûn û bi konseptek hatiye çêkirin. Ji ber ku civaka êzidî hilgirê çanda Mezopotamyayê ye, di şexsê xwe de çand, dîrok û nirxê mirovahî ruxmê hemû qirkirin û fermanan jî heta roja me yê îro aniye û parastî ye. Ji ber ku teslîmî îslamiyeta herî hişk û tund nebû û ola xwe, çanda xwe, nirxê xwe, hebûna xwe parast, her tim bi fermanan re rû bi rû ma. Êrîşê ku bi destê DAIŞ’ê hatin kirin jî di serî de serok çete Erdogan û hevalbendên wî di vê planê de cihê xwe girtine. Îro em baş dibînin ku ferman bi hemû awayî xwest vê carê vê civakê qir bike. Hem zaroka, ixtiyara qetilkirin û hem jî jin desteserkirin û birin li sûka firotin. Ewqasî bi rûmetê gelê me û bi heysiyeta civaka me xwestin bilîzin. Heta niha jî aqûbeta bi hezaran jin, zarokên wan ne diyar e. Ji ber ku li sûka navdewletî hatine firotin. Trajediya li ser Şengalê pêk hat, trajediya sedsala 21’an bû. Mirovahî carekî din di şexsê Şengal û Êzîdxanê de bi trajediya pir dijwar re rû bi rû ma. Qirkirina civaka me êzidî tenê bi komekî nebû. Di şexsê civaka êzidî de nirxê gelê Kurdistanê û kurdîtiya resen xwestin tune bikin. Wekî çawa mirovahî xwestin ji nirxên pîroz û kevnar bênesîb bihêlin, bi vî awayî xwestin civaka êzidî di dîrokê de êdî bi tevahî tune bikin.”

‘3’yê Tebaxê ji bo civaka me bû sedema xwedî li xwe derketinê’

Sozdar Avesta diyar kir ku bi pêşengtiya gerîlayên azadiyê  keç û xortên Şengalê çawa ku ev ferman berovajî kirin, heman demê kirin mîrateyekî êzidîtiyê û wiha pêde çû: “Li hemberî vê, berxwedana mezin ku li Şengalê pêşket pir pîroz bû. Tevgera Apoyî mudaxela li ser Şengalê kir mudaxeleyeke dîrokî bû. Mudaxeleyeke bi plan bû, fedaî bû û bi zanebûn bû. Rabûna bi berpirsyariyeke mezin bû. Ji bo vê ew mudaxale bi rengekî qehremanî, bedelekî giran ku hate dayîn zêdeyî 350 şehîd bi tevahî hate dayîn. Bi vî awayî rûmeta mirovahî û tevahî êzdayatî hate parastin û di dîrokê de cihê wê da diyarkirin. Qehremantiya li Şengalê pêş ket, qehremantiyeke destanî bû. Li hemberî çetên DAIŞ’ê hem gerîlayên azadiyê û heman demê berxwedana gelê me yê bi rûmet a ku li çiyayê Şengalê sekinî. Bi hezaran mirov li çiyayê Şengalê bêyî ku tiştekî madî li destê wî hebe, heta nirxên manewî ku xwe bispêre hemû ji destê wî hatibû girtin. Lê baweriya wê xurt bû, xwesteka wê ya azadixwaz emir dikir, bi xaka pîroz girêdanbûna wî, çand û ola xwe girêdanbûn hişt ku jê re bibe hîma berxwedanê, li çiyayê Şengalê cihê xwe girt. Mil bi mil ev têkoşîn bi gerîlayê azadiyê re pêş ket. Li ser vê esasî 3’yê Tebaxê ji bo civaka me heman demê bû wekî li xwe xwedî derketinê jî. Li hemberî vê êrîşa namerdane êdî keç û xortên Êzîdxan Yekîniyê Parastina Şengalê û Yekinêyê Jinên Şengalê sazkirin û di çeperên têkoşînê de cihê xwe girtin. Piştî fermanê tişta ku hate kirin ne tenê têkbirina çeteyên DAIŞ’ê bû. Heman demê felsefeya jiyana azad tovên vê li Şengalê hate reşandin. Çawa dikare biparêze, çawa dikare xwe bi rê ve bibe, perwerde bike. Çawa dikare xwe bi xwe aboriya xwe pêk bîne û çawa dikare pêşeroja xwe ava bike êdî bingeha vê hate avakirin. Heta roja îro bi ked û emekek mezin, bi fedaîtiyeke mezin, bi berxwedaniyeke mezin anî roja me ye îro.”

‘Bila kes ji berpirsyariyan xwe nede paş, êrîş didomin’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta destnîşan kir ku êrîşên li ser Şengal û Êzidxanê bi rêbazên cuda dewam dikin û wiha domand: “Civaka êzidî teslîm nebû û ji axa xwe derneket. Careke din Êzîdxan xiste cihê jiyaneke azad. Ji bo di nava aramiyê de bi gelê heremê re azad jiyan ne jî êrîş li ser berdewam kir. A niha jî ferman berdewam dike. Divê kesek nebêje ferman li ser Şengalê êdî têk çûye û ez dikarim bê ku tiştekî bikim jiyanekî rehet Şengalê bijîm. Ne wisa ye. Niha jî ferman bi rêbazên cûr bi cûr, bi taybet bi destê faşîst Erdogan-Bahçelî û hikûmeta wan berdewam e. Ji 2015’an vir ve çawa ku Şengal hate rizgarkirin, êdî êrîşên wan destpê kirin. Êrîşên 3’yê Adarê li ser Xanesorê ya 2017’ê û heta roja îro 5 car in li ser Şengalê dewleta faşîst êrîşên hawayî kirin. Dîsa jî dorpêçeke aborî li ser berdewam dike. Sedemên van êrîşan bi giştî vîna azad û xwe rêxistinkirî armanc kir. Heta niha ev êrîşên ku têne kirin, êrîş li ser yekbûna civaka me ye, êrîş li ser pêşxistin û avakirina jiyana azad e. Di şexsê Şengalê de jî êrîşa tê kirin, êrîş tevahî li ser civaka êzidî ye. Baş tê zanîn ku Êzîdxan bê Şengal nabe û Kurdistan jî bê Êzîdxan nabe. Bi hev re girêdayî ye. Nirxê pîroz ê kurdatiya resen e. Ji bo vê êrîşên bi vî awayî li ser kurdan dikin û dixwazin rûmeta gelê me têkbibin.”

Vegera ser warê xwe

Avesta bal kişand ser rola civaka êzidî ya di sala 7’emîn a fermanê de û erka tevahî gelê Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Divê li hemberî vê komployê çi bê kirin? Bi minasebeta salvegera 6’emîn ku em dikevin sala 7’emîn di van 6 salan de tişta pêş ket û asta ku Şengalê ya niha gihayê divê em baş bibînin. Ji tunebûna xwe, hebûna xwe afirand. Ji xweliya xwe xwe ji nû ve afirand. Bi hemû awayî niha xwe dimeşîne. Ruxmê ewqas êrîşên hovane û dijwar jî çêbû, xwe birêve dibe. Beriya her tiştî vegera gelê me tiştê herî bi nirx û pîroz e. Di sala 7’emîn a fermanê de bersiva mezin ji bo dijminê vê civakê vegera li xaka xwe ye. Vegera li  xaka xwe,  vegera li xwe, li ola xwe, li baweriya xwe, li çanda xwe û li nirxên xwe yê mirovahiyê ye. Ji bo vê jî gelê me di serî de yên li kampên Başûr û her deverekê ne, berê xwe dide Şengalê, pir bi wate ye. Tenê veger têrê dike, divê kesên ku vedigerin bi hemû awayî rêxistiniya xwe ava bikin. Xwe perwerde bikin, di nava sazî û dezgehên Şengalê de cihê xwe bigrin. Beriya her tiştî di parastina Şengalê de erk werbigirin. Parastina xwe aîdê xwe bibînin, ji kesên din hevî nekin, li benda kesên din nemînin. Ji nan û av zêdetir parastin, rêxistinbûyîn û ji nû ve xwe avakirin pêwist e. Şengaleke xweser û demokratîk çêkirin pêwist e. Ji bo vê jî divê her kes di nava van sazî û dezgeh û rêxistinan de cihê xwe bigirin. Hemû jin di nava rêxistinên jin de bên rêxistinkirin. Ciwan jî heman demê xwe rêxistin bikin. Bi vî rengî dikarin pêşî li qirkirina çandî û asîmîlasyonê û fermana spî bigirin.”

Beriya her tiştî divê tifaq

Avest li ser tifaq û yekitiya êzidiyan jî axivî û da zanîn ku beriya her tiştî di nav xwe de avakirina tifaqê divê û diyar kir ku ev yekitî dikare pêşî li fermanan bigire û divê her kes fedekarî û berpirsyariya ku dikeve ser milê xwe pêk bîne.

Di axaftina xwe de Avesta bal kişand ser lîstokên van demên dawî li ser Şengalê û li ser vê mijarê ev hişyarî da: “Kesên ku sîxurtiyê, kesên ku xiyanetê dikin, yên ku dixwazin xwe li ser Şengalê serwer bikin, divê gelê me vê qebûl neke. Divê li hemberî vî bisekine. Em dişopînin di çapemeniyê de dibînin. Carekî din hewldanê pir cuda ne, lêystok hene. Dixwazin carekî din vîna rêxistinkirî bi rengekî komplo û xiyanetwarî têk bibin. Ji bo vê jî divê gelê me li hemberî van lîstokan hişyar be. Gelê me yê Êzîdxan û tevahî divê yekitiya xwe ava bikin. Kesên ku nayên vê yekitiyê, kesên ku nayên vê tifaqê, kesên naxwaze civaka me aîdê xwe be divê li hemberî wan jî bi helwest bin. Nehêlin li Şengalê carekî din ew serwer bibin. Divê nehelîn tiştên li Şengalê hatine avakirin ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin.”

Statûya Şengalê

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta li ser statûya Şengalê jî ev nirxandin kir: “Di Iraqê de pirzimanî, pirolî, pirbawerî, pirçandî heye. Şengal û civaka Êzîdxanê jî di Iraqê de wekî xemla wan ne. Civaka herî kevnar e. Li hemberî fermanê hikûmeta berê erkê xwe li hemberî vê civakê pêk neanî. Neparast. Ev 6 sal in vê civakê naparêze. Civaka me bi keda xwe xwe parast û xwe rêxistin kir. Ger hikûmeta Iraqê û rayadarên wî dixwazin bi civaka êzidî re lihevhatinekê çêbikin, pêra jiyaneke hevbeş, wekhev û azad bijîn û sûcên xwe bidin afûkirin divê beriya her tiştî êrîşên li ser Şengalê tênekirin helwesta xwe li hemberî vê zelal bike û pêşî li dewleta faşîst a tirk bigirin. Divê Şengal weke parazgeheke statûya wî bê naskirin. Vê bike, dikare careke din xwe bi civaka êzidî bide efûkirin. Naskirina statûya Şengalê pêşî vekirina bi hev re jiyîn û pêşeroja azad a gelan e. Hevjiyana ku li Şengalê pêşketiye ji bo pêşeroja Iraqê jî model e.

Heman demê hikûmeta herema Kurdistanê, partiyên siyasî yên dema fermanê helwestek çawa danîn û rewşek çawa jiyan gelê me û hemû cîhan jî baş dizane. Civaka êzidî neparastin û pişta xwe danê. Gelê me vê dizane. Pir sûcên giran kirin. Ew qirkirina ku çêbû bi helwesta xwe bûn hevkarê vê qirkirinê. Ji bo xwe ji vê gunehê rizgar bikin û xwe bidin efûkirin divê di siyaseta xwe sererast bikin. Ji bo Êzîdxanekî xweser û demokratîk êrîş û astengiyên derdixin dev jê berdin.

Hikûmetê heremê û partiyên siyasî yên Başûr bizanibin ku Şengal beşekî xaka Kurdistanê ye. Êzîdxan hebûna Kurdistanê ye. Bi vê berpirsyariyê divê nêzîk bibin û tevbigerin. Ne wekî Serokê Heremê Kurdistanê her êrîşê ku li ser Şengalê çêdibe dibêje ne dijî kurdan e, li dijî PKK’ê ye. Divê dev ji vê yekê berdin. Şengal ne Şengala berê ye. Tu hêzek nikare xwe li ser Şengalê ferz bike. Ne hikûmeta Başûr ne ya Iraqê û ne jî desthilatdariyekî din. Êzîdxan ya êzidiyan e, ya tevahî gelê li heremê ereb, tirkmen, asur, suryan, şîa û her wiha hemû beş û baweriyên civakê ku li wir dijîn, aîdî wan e. Cara yekemîn e gelê heremê bi zanebûn jiyaneke hevbeş ava dikin. Divê tu desthilatdarî xwe li ser wê xakê ferz neke.”

‘Civaka me xwe li ser raman û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kiriye’

Avesta diyar kir ku bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê xweseriya demokratîk û jiyana azad li Şengalê teqez bi ser bikeve û bal kişand ser pêşengtiya civaka êzidî û ev nirxandin kir: “Dema Tevgera me ji bo pêşî li qirkirinê bigire çû Şengalê, wan ji wê qetlîam û qirkirinê xelas kir. Şengal piştî karîbû xwe rêve bibe, biparêze li pêş çavê dinyayê daxwuyaniya xwe da û ji Şengalê vekişiya. Hêzên êrîşkar bi sedema ku ruxmê dizane PKK hêza xwe ji wir vekişandiye jî, ev jî wek sedemê êrîşê xwe dane nîşandan rêbazeke nû ya pêkanîna qatlîamê ye. Ez dîsa dibêjim, şengalî û civaka Êzîdxan di fikir û ramanên Rêber Apo de xwe birêxistin kirin, rûmeta herî mezin e û bi vê serbilind in jî. Dema fermanê me mudaxele kir û em dereng jî man. Ew mudaxaleya me rexnedayîna me bû. Ew mudaxele me xwe carekî din bi civaka êzidî dane qebûlkirin bû. Em di xizmeta civaka xwe de ne. Em di bin emir û ramanê Serok Apo de dimeşîn. Rêber Apo ji bo civaka me, em baş dizanin çiqas hesas e. Em weke tevgera Apoyî tu êrîşên ser civaka me tê kirin em ê çavê xwe jê re negirin. Em ê jê re bêdeng nemînîn. Em bi vî awayî ji bo xweserî û azadiya civaka xwe têbikoşîn.”

‘Kesên ji êrîşan berpirsyar in divê bên darizanidin’

Nirxandina xwe Avesta bi vî awayî berdewam kir: “Li ser vê esasî sala 7’an Şengal di pêvajoyekî nazîk re derbas dibe. Tevahî Rojhilata Navîn derbas dibe. Hîna jî krîz, kaos berdewam e. Êrîşa faşîzma AKP’ê MHP’ê berdewam in. Dixwazin xeyalê xwe yê beriya vî ya sed salî ya osmanî pêk bînin. Çeteyên DAIŞ’ê dîsa amade dikin û hêzên cûr be cûr dixwazin bixin dewrê. Divê ku civaka me vê bibîne li gorî pêşketinên li heremê çêdibin, tevbigere. Civaka êzidî ya li derveyî welat jî, li Ewropa, li Rûsya, li Gurcistan, li Ermenistanê hemû cihên lê dijîn, ji bo avakirina Şengalê û vegera Şengalê divê piştgiriya bikin. Bi madî û manewî ji bo statûya wê bê naskirin çalakiya li Ewropayê pêşketin girîng bûn, ez silav dikim. Lê belê divê bi vî re sînordar nemîne. Çalakiyên curbecur û dewlemend berdewam bike. Ji bo ku mafê xwe di nava civaka navnetewî pêş bixînîn divê xebatê xwe yê dîplomasî bikaribin çêbikin. Saziyên Mafê Mirova, Neteweyên Yekbûyî, di Neteweyên Yekbûyî de komîta ewlekarî û hemî sazî û dezgeh ên ku bi gotin dibêjin jenosît li Şengalê çêbûye, divê di derheqê Şengalê de di pratîkê de gav bavêjin. Banga me ji wan re heye ku wisa tevbigerin. Statûya Xweseriya Şengalê nas bikin û kesên di vê qirkirinê de rol leystine û para wan têde hene bêne darizandin.”

Roj roja bilindkirina têkoşînê ye

Her wiha Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Careke din di serî de jinên têkoşer, dayikên berxwedêr, ji bo afirandina jiyaneke azad şev û roj tev digerin, tevahî jinên li Şengalê, li Êzîdxanê, hemû bawerî û netewên li wir dijîn, di serî de jinan, ciwanan û tevahî gelan, gelê me bi minasebeta vê salê em bang dikin ku ew nirxên hatiye avakirin bi xwîna şehîdan divê xwedî lê derbikevin. Li şehîdên fermanê xwedî derketîn, geşkirina têkoşînê, berxwedanê ye û xweparastina bi her awayî ye û bi rengê ku mirov bi kêrî xwe were mirov dikare xwedî li fermanda şehîdan derkeve. Roj roja avakirina tifaqa navxweyî, çêkirina yekitiyê ya bi gelên herêmê û navxweyî re ye. Li dijî hemû êrîşên derve û navxwe roj roja xweparastin û têkoşînê ye. Roj roja xwedî li xwe derketinê, vegera li ser axa xwe ye, roj roja avakirina Şengala xweser û demokratik e.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar