Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Zimanê êş, kêfxweşî, bawerî û şînê: Tembûr

 

Yek ji amûrê ku carinan tev li şîn, şahî, xemgînî û kêfxweşiya civakê dibe jî tembûr e. Tembûr êş, hezkirin û azarên civakê tîne ziman. Ev amûr bi taybetî di baweriya elewîtiyê de xwedî cihek girîng e. Di baweriya elewîtiyê de yek ji bivênevê ya îbadetê tembûr e. Ger kes nizanibe lê bixe jî li dîwarê her malê daliqandiye.

Li navçeya Battalgazî ya Meletiyê Dogan Koşan (55) ê ku ev 20 sal in hostetiya tembûrê dike û got ku ew bi eşqeke mezin vê pîşeya xwe dike.

Koşan di atolyeya xwe ya biçûk de hem giyanê dide daran û hem jî dersên tembûrê dide nîştecihên Meletiyê. Koşan ku ji gundê Akçadag ê Meletiyê ye, ev tişt anî ziman: “Xwedê rehma xwe li bavê min bike wî jî tembûr lêdixist. Ji ber ku bavê min tembûr lê dixist û herêma me jî girîngiyek mezin dide tembûrê ez jî vê amûrê ne dûr bûm. Ez hîna di pola pêncemîn ya dibistana seretahî de bûm min xwest dest bi tembûrê bikim û di vî temenî de ez hînî tembûrê bûm. Di baweriya me de hema bêje dema ji zarokatiyê û pê de her kes xwe hînî tembûrê dike.”

‘Tembûr hevalek xweş û qedîm e’

Koşan da zanîn ku ew êş, hezkirin, kêfxweşî û azarên civakê bi tembûrê tîne ziman û bi taybetî ji bo herêma wan tembûr xwedî girîngiyek mezin e. Koşan tembûrê weke hevalê xwe yê herî qedîm bi nav dike û wiha dibêje: “Tembûr ji bo min gelek girîng e û xwedî cihek taybet e. Tembûr dost û hevalek qedîm e, her demê bi mirovan re ye. Carinan mirov pê re diaxive û carinan jî êş û kedera xwe pê re parve dike. Carinan ez bi tembûrê re dikenim, carinan jî pêre digrim. Tembûr hevalek xweş û qedîm e.”

‘Rêya heqiyê’

Di axaftina xwe de Koşan di elewîtiyê de behsa girîngiya cihê tembûrê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Tembûr di baweriya elewîtiyê de weke qûrana bi têl derbas dibe. Baweriya elewîtiyê di pirtûkan de nehatiye nivîsandin û veşartî hatiye hiştin. Civaka elewî ji ber zilm, zordestî û polîtîkaya çewisandinê ya dewletê, bi rêya tembûrê û vegotinê baweriya xwe anîne ziman. Ev ji veguherandine şeklê îbadetê. Di baweriya elewîtiyê de mirov bi muzîkê nêzî heq dibe. Dibe dad-dîdar. Îqrarî çêdibe. Cem û civat çêdibe. Rêya heq, civakîbûna elewîtiyê û muzîk têkildarî hev in. Dema ku mirov li dengê tembûrê guhdar dike, dibîne ku ji bo mirovan rêya heqiyê nîşan dide. Ji bo vê yekê cihek taybet û girîng ê tembûrê di baweriya elewîtiyê de heye.”

Akademiya muzîkê

Koşan diyar kir ku demek dirêj wî tembûr lê xist û nêzî 20 salan e jî dest bi hostetiyê kiriye û ev tişt got: “Ev parçeyek çanda me ye. Bi salan e vê çandê me heta îro aniye. Ji bo vê divê em xwedî derkevin. Berî 20 salan min dest bi hostetiyê kir. Ez li vir giyan didim daran û zarok, ciwan, jin û mêran hînî tembûrê dikim. Vir ne tenê atolyeye di heman demê de akademiya muzîkê ye.”

Bîra civakê

Koşan destnîşan kir ku piştî teknolojî pêş ketiye û bi çêkirina fabrîkasyonê re qalîteya karê wan ketiye û wiha pêde çû: “Tembûrvanî karek dildarî ye û divê ji nava dilê mirov were hem lê bide û hem jî çê bike. Tembûr di heman demê de awayekî rêxistinbûyînê ye. Zakir li ber tembûrê, bîra civakiyî, êşên civaka elewî, berxwedana wê nifş bi nifş vediguhêzînin. Lewra tembûr şahid, bersûc û mehkûmê her serdemê ye. Ji ber ku bandoreke wê ya zêde heye, di dema osmaniyan de ji bo qedexekirina wê fitwe hatine dayîn. Di her demê de zextên giran li ser baweriya elewiyan hatiye kirin.”

‘Nasnameya me ya civakî ye’

Her wiha Koşan got ku hemû taybetmendiyên baweriya elewîtiyê di tembûrê de bi awayekî sembolî hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hevalek me yê siyasetmedar berî çend salan tembûr lêdixist û di nava siyasetê de rastî gotinên nexweş hat û bû hedefa desthilatdariyê. Lê bersivek wî yê pîr xweş hebû û got, ‘ez tişa lê dixim dibêjim, lê tiştên ku hûn lêdixin hûn dikarin bibêjin.’ Ev gotinek gelek bi bandor û bi wate dar bû. Ji bo vê yekê ez jî dibêjim tambûr nasnameya civakî ya baweriya elewîtiyê ye.” MELETΠ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar