Navenda Nûçeyan |
Dewleta tirk a dagirker êrişê komek sivîl kirin. Tê gotin artêşa tirk welatiyên ku giya kom dikirin topbaran kiriye û birîndar hene.
Li gorî nûçeya ajansa ANF’ê, sivîlên ku li derdora Çiyayê Şekîf çûbûn giya kom kirine bûn hedefa obus û hewanên artêşa tirk.
Hate ragihandin ku di êrîşê de hinek sivîl birîndar bûne lê têkildarî hejmarê agahiyên zelal nehatin girtin.
Gorî heman çavkaniyê gelek kesên ji gundên derdor bi dirûşmên li dijî dewleta tirk ber bi cihê bûyerê çûne, dixwazin sivîlan ji herêmê derxînin.