Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Gel û gerîla dê dijmin têk bibe’

Gerîlayê HPG Çekdar Rojhat li ser berxwdana gerîla ya li dijî dagirkeriyê û girîngiya hevrêziya gel û gerîla nirxand.

Rojhat bal kişand ser êrîşên dijwar ên dewleta tirk a li Heftanînê tê kirin û wiha got: “Êrîşên dewleta tirk a dagirker a ku îro li Kurdistanê û bi taybet li Heftanînê pêk tînê, êrîşekî pir dijwar e ku ne mumkin e çi artêşekî li hember wê li ber xwe bide. Lê gerîla isbat kir ku dikare li hember teknolojiya herî dijwar xwe biparêze û çalakiyên xwe lidar bixe. Her kes mat maye ka çawa gerîla dikare di bin ewqas bomberdûmanên dijwar de rabe ser xwe û bi ser dijmin ve biçe. Ango gerîla ne hêzekî ji rêzê ye. ”

‘Gerîla hêza hêviya gelan e’

Gerîla Çekdar Rojhat qala rola gerîla ji bo gelê Kurdistanê kir û ev tişt anî ziman: “Artêşa gerîla artêşekî wisa ku ji yek kesî destpê kir û niha bi hezaran şervan li serî van çiyan têkoşîn dikin. Bi milyonan mirov piştgirî didin gerîla. Gerîla bûye hêza hêviyê ji gelên heremê tevahî re. Ji ber vê yekê çiqas derfet kêmbin jî em ji bo xwedî derketina gelê Kurdistan her tîştî didin ber çavên xwe. Ta ku xewn û xeyalên şehîdan û gelê xwe bi cih bînin ”

‘Bi ruhê şehîdan gerîla li ber xwe dide’

Di berdewama axaftina xwe de Rojhat ev tişt diyar kir: “Dewleta tirk a dagirker bi hemû derfetên xwe yên teknîkî bi ser herêma Heftanînê ve tê, bi sedan car herêm bomberdûman dike. Rojek nîne ku êrîşên hewayî rawestin, wisa lê dide ku erdnîgariya heftanînê tê guhertin. Lê gerîlayên azadiya Kurdistan bi ruhekî fedayî, bi ruhê Esmeran, Memyanan, Nûcanan, Rusteman û Şoreşgeran li ber xwe dide û derbên mezin li dagirkeran dide. Li Heftanînê berxwedanekî destanî tê kirin. Bi rojan di nav dijmin de mayîn, bê xwarin, vexwerin û bê xew, lê dîsa ruhê êrîşê û li dijmin xistin di astekî herî jor de dewam dike. Ev sekna ku tê raber kirin hêzekî dide mirov ku hîn zêdetir biçe ser dijmin. ”

Gerîlayê HPG’ê Çekdar Rojhat bal kişand ser şerê taybet ê dewleta tirk a dagirker û wiha pêde çû: “Niha dewleta tirk pala xwe dide şerê pîskolojî ya taybet, ev şer li ser Rêber Apo di serî de tê meşandin, li ser gel, gerîla, û her tiştê ku bêhna kurdîniyê jê tê ji bo wan hedef e. Lê em gerîla vî şerê wan vala derbixin û bişkînin. Pêwîst e gelê me jî guh nede polîtîkayên dijmin û hevkarên wê, ji gefên wan netirse. Li ku derê dibe bila bibe em ê her kêleka gelê xwe bin.”

‘Gelê Başûr gelekî welatparêz e’

Her wiha Çekdar Rojhat axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê me yê vaşûrê Kurdistanê û bi taybet ên ku li derdorî herêma Heftanînê dijîn, bi xwe dibînin ku berxwedaniyekî çawa tê raberkirin. Ji bo vê pêwîst e piştgiriya gerîla bi awayekî xurtir bike. Ew bi xwe dibin şahîd ka gerîla çawa li ber xwe dide; dibînin ku ev dagirkerî ne tenê bû gerîla êrîşên xwe pêk tîne, lê belê ji bo tevahî gelê kurd êrîşên xwe dike. Jixwe gelê Başûr gelekî welatparêz e û bi dîroka xwe ya berxwedanê tên naskirin. Em jî gerîla bi yekbûna me bi gel re hîn bi hêztir bibin û heta ku gerîla hebe dê dagirkirina axa welatê me ji bo dijmin xwen be.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar