Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Licêyê goristan şewitandin

Navenda Nûçeyan |

Bi boneya Cejna Qûrbanê, goristina li Amed û Stenbolê hatin ziyaretkirin. Gelek kes beşdarî serdanên goristanan bûn û li ser goran dua hatin xwendin.

Bi boneya Cejna Qûrbanê, goristanên gundên Çemê Elîka û Sîsê yên girêdayî navçeya Licê û gundê Pîrejman a navçeya Pîran ên Amedê hatin ziyaretkirin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn û Nûrettîn Maçîn, Hevserokê MEDYA-DER’ê Yuksel Polat, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, xizim û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane tev li serdanê bûn.

Goristana li gundê Sîsê ya navçeya Licê ku di nava 5 salan de rastî gelek êrîşan hatin, di şewata 3 rojan a li Licê de şewitî. Parlamenter û kesên bi wan re di ketin goristanê de dîtin ku goristan bûye xelî. Ji ber şewatê dar û lebatên di goristanê de hemû şewitîne. Koma ku çû serdana goristanê, şewata li goristanê hîna jî dewam dikir bi derfetên xwe vemirandin.

Yek ji jinên beşdarî serdanê bû, wiha bertek û hewara xwe anî ziman: “Ez nizanim ku ez ê çi bibêjim. Gelo ji goran çi dixwazin? Ma dilê wan naşewite? Kevir li ser kevir ne hiştine.”

‘Di cejnê de dilê dayikan şewitandin’

Parlamenter û kesên bi wan re şewata li goristanê vemirandin û dûre di goristanê de daxuyanî dan. Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Me carek din bi hilweşandina goran re, dijminantiya desthilatdariyê ya li dijî kurdan dît. Bi van êrîşan dê tu carî nekarin tiştekê bi dest bixin. Wê tu kes nikare bi van êrîşan, vî gelî ji têkoşîna ya aştî û azadiyê dûr bixe.”

Êrîş nayên qebûlkirin

Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn jî diyar kir ku carek din, dilê dayikên dixwazin di cejnan de zarokên xwe bibînin şewitandin û wiha got: “Ev êrîşek bêwijdan û bêexlaq e. Çi dibe bila bibe em ê xwedî gorên xwe derkevin. Ev êrîş nayîn qebûl kirin.”

Hevserokê MEBYA-DER’ê Yuksel Polat da zanîn ku ew her sal, dibin şahide dîmenên wiha û dest nîşan kir ku ew ê tu carî va êrîşan qebûl nekin.

Endamên partiyê û malbat, piştî daxuyaniyê ji goristanê veqetiyan.

‘Em ê xwedî cenazeyan derkevin’

Parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag û koma bi wê re jî, goristana li gundê Çemê Elikê ziyaret kirin. Dag, li goristanê axivî û diyar kir ku êrîşên li dijî goristanan dilê hemû mirovên bi wijdan dişewitîne û da zanîn ku li dijî goran çiqas êrîş hebin jî, ew ê dîsa xwedî li goristanan derkevin.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û koma bi wan re jî xwestin goristana li gundê Pîrejman a Pîranê ziyaret bikin. Lê leşkeran bi hinceta ‘operasyon heye, em nikarin ewlekariyê bigirin’ rê li trafîqê girtin û destûr nedan ku derbasî gund bibin.

‘Qeymeqam nikare biryarê bide’

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz li vê derê daxuyanî da û wiha got: “Qereqol bi hincetên şewbê û operasyonê destûr nade ku gel cejna xwe pîroz bike. Ji mafdariya me ditirsin. Wateya vê jî, kaosa ku dewlet ketiye navê ye. Em nêzîkatiya qeymeqamtiyê şermezar dikin. Ji ber ku qeymeqam nikarin derbarê wekîlan de biryar bidin.”

Aydenîz û koma pê re piştî daxuyaniyê, gorên 35 PKK’iyên di sala 1995’an de, jiyana xwe ji dest da bûn ên li navenda bajêr ziyaret kirin.

Stenbol

Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe Winda kirin (ANYAKAY-DER) jî bi boneya Cejna Qurbanê, gorên li gelek cihên Stenbolê ziyaret kirin. Goristana Ihlamurkuyu ya li Umraniyê, Goristana Kanarya ya li Kuçukçekmece û Goristana Kayabaşi ya Çatalca hatin ziyaretkirin. Rêveber û endamên HDP’ê, malbatên xizmên xwe winda kirine û gelek welatî beşdarî ziyaretan bûn.

Di serdanan de, kesên jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn û ji bo wan dua hatin xwendin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar