Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji Piştevaniya Mor atolyeya xweparastinê

Piştevaniya Morê di 5’ê tebaxê de wê ji bo rojekê atolyeya xweparastinê li dar bixe. Endama Piştevaniya Morê Buşra Yeşîlbaş destnîşan kir ku divê jiyan bi her awayî bê parastin û got ku ew ê nehêlin pergala mêr têkoşîna wan têk bibe.

Yeşîlbaş diyar kir ku parastina jinê ya ji bo jiyanê, divê wekî parastina rewa bê dîtin û bê ceza bimîne û da zanîn ku li dijî tundî û serdestiya zilaman rêya dawî ya bêhnstendinê ya jinan xweparastin e û wiha domand: “Xweparastin, tenê ne xweparastina li dijî tundiyê ye. Bi her awayî parastina jinê ye. Gava em dibêjin ‘xweparastin’, divê rasterast rêbaza têkoşînê ya çekdarî yan jî ya lêdanê neyê bîra me. Xweparastin, dihêle ku jin bi rihetî li kuçe û kolanan bigere û rêyên piştevaniyê yên ya bi ceribandinên fizîkî mezin dike.”

‘Çeka herî girîng rêxistinbûyîn e’

Di axaftina xwe de Yeşîlbaş got ku rêyên parastinê yên jinê sînordar in û ev tişt anî ziman: “Di xweparastinê de çeka herî girîng rêxistinbûyîn e. Ji bo jinan rêya herî pêbawer û hêzdar rêxistinbûyîn û hatine cem hev û dijrabûna li dijî serdestiya zilam e.”

Yeşîlbaş ji bo atolyeya ku dê li dar bixin jî ev tişt anî ziman: “Em ê bi komên 10 kesî re bikin. Kontejana me 30 kes e. Wê atolyeya me li ser asasên hereketên xweparastina sereke be. Feraseta zilam, dixwaze bi binçavkirin û êrîşan me bitepisîne. Lê em ê nehêlin pergala serdest a mêrî têkoşîna me têk bibe. Em ê tim û tim li kuçe û kolanan bin.”

‘Em natirsin’

Her wiha Yeşîlbaş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin, li her derî bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Nexasim jî li malê. Em dixwazin jinên dengê wan nayên bihîstin bêtir di nava têkoşînê de cih bigirin. Loma em xebatên li taxan dikin. Em hewl didin bibin dengê jinên ku bêdeng in. Em mal bi mal digerin û girîngiya qanûna 6284’an vedibêjin. Em ê bêdeng nemînin. Em natirsin, em îtaat nakin.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar