PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Di sûcên li dijî mirovan de, bihurîna demê tune ye’

Xizmên windayan li Amedê û Dayikên Şemiyê li Stenbolê çalakiyên xwe yên heftana ya ji bo dîtina windayan pêk anîn.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ di hefteya 599’emîn de, li ser înternetê bi parvekirina videoyan li dar xist. Xizmên Windayan ji çalakiya xwe ya vê heftê de, aqûbeta Sabah Orûç (17) ê di 13’yê Sibata 1996’an de ji malbata xwe ya li navçeya Bismil a Amedê derket û carek din agahî jê nehat girtin, pirsî.

Rêvebera ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim, di vîdeoyê de axivî û wiha got: “Sabah Orûç di sala 1979’an li gundê Yukarîkonak a navçeya Şemrex Mêrdînê hatiye dinê. Orûç dibistana seretayî qedandi bû. Li navçeya Bismil a Amedê dijiya û karê masîvaniyê dikir. Orûç di 13’yê Sibata 1996’an ji malê derdikeve û carek din agahî jê nayê girtin.  Malbat li ser vê yekê dest bi lêgerîna wî dike. Malbata ku Orûç nabîne ser li Miduriyeta Polîsan, Qereqola Leşkerî û Serdozgeriya Komarê navçeyê dide. Lê bi tu awayî agahî ji aqûbeta Orûç nayê girtin.”

Yildirim da zanîn ku piştî windabûna Orûç mehekê, hinek şahidan agahiya ku Sabah Orûç li Qereqola Tabûrê ya Bismilê tê girtin dan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Malbatê li ser agajiyên şahidan cardin, serî li saziyên fermî dan. Lê rayedarên fermî gotin ku kesek wiha ne di bin çavan de ye. Bi vî awayî çarek din agahî ji Sabah Orûç ê 17 salî nehat girtin.”

Dayikên Şemiyê

Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya ji bo winda bûn dîtin û faîl bên darizandin a dewam dikin, di heftiya 801’emîn de li dar xist. Çalakiya vê hefteyê, ji ber vîrûsa koronayê li ser medya civakî bi awayekî zindî hat lidarxistin. Dayikên di çalakiya xwe ya vê heftê de daxwaz kirin ku Suleyman Cîhan ê di 29’ê Tîrmeha 1981’an de dibin çavan de hat windakirin û piştî 85 rojan cenazeyê wî hat dîtin, bên darizandin.

Biryara bihurîna demê

Birayê Suleyman Cîhan Ahmet Cîhan, diyar kir piştî birayê wî hat binçavakirin 85 roj şûnde cenazeyê wî li goristana bêkesan hat dîtin û wiha daxwaza edaletê kir: “Birayê min bi îşkencê kuştin. Dosyeya lêpirsînê ya derbarê kuştina wî de hatibû vekirin di dema 12’yê îlonê de bi hinceta bihurîna demê girtin. Em di sala 2012’yan de ji nû de gilî kir û cardin dest bi lêpirsînê hat kirin. Lê dosyeya lêpirsînê ya hat vekirin jî bi encam nebû. Di dosyeyê de 5 dozger hatin guhertin. Ligel ku hat tespîtkirin ku birayê min bi îşkenceyê hatiye kuştin jî, biyara ne şopandinê ji bo dosyeyê hat dayîn. Di sûcên îşkenceyê de, bihurîna demê tune ye. Ev 801 hefte ne em daxwaza edaletê dikin.”

Binçavkirin red kirin

Xwişka Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de di bin çavan de hat windakirin û dûrê cenazeyê wî hat dîtin Aysel Ocak, daxuyaniyê vê heftê da. Ocak diyar kirku Suleyman Cîhan 31 salî bû, 2 zarokên wî hebûn, mamoste bû û Stenbolê dijiya. Ocak dest nîşan kir ku piştî darbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê biyara lêgerîna Cîhan derdikeve û wiha axivî: “Cîhan di 29’ê Tîrmeha 1981’an dema ji Edîrneyê diçû Stenbolê, ekîbeke sivîl pêşiya otobûsa ku tê de bû digirin. Cîhan ji otobusê dadixin û wî binçav dikin. Dûre wî dibin Miduriyeta Ewlekariya Polîsan a Stenbolê. Malbat û parêzer li ser vê yekê dikevin nava tevgerê, lê binçavkirin Cîhan tê redkirin.”

Gotin ‘întîhar kir’

Ocak da zanîn ku ji malbat û parêzeran hat gotin ku Cîhan întîxar kiriye û wiha got: “Lê di rapora otopsiyê de derket holê ku Cîhan întîhar nekiriye, îşkence lê hatiye kirin û berî ji apartmana 6 qat bê avêtin, miriye. Malbatê li ser vê yekê cardin serî li Serdozgeriya Komarê ya Kadikoyê da. Ligel ku navên kesên gumanbar di dosyeya lêpirsînê de hebûn jî, biyara girtinê derbarê dosyeyê de hat dayîn.”

Daxwaza edaletê

Ocak dest nîşan kir ku windakirina Cîhan sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha daxwaza edaletê kir: “Çend sal derbas bibin jî, em ê daxwaza edaletê ji bo Cîhan û mirovên hatine windakirin bikin. Em ê dest ji vê têkoşîna xwe bernedin.”

Hûn dikarin li ser vê lingê, xwe bigihînên daxuyaniya çalakiya hefteya 801’emîn a Dayikên Şemiyê: https://www.youtube.com/watch?v=TYVLTlGOiCE&feature=youtu.be

AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar