Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li ser komkujiya Zergelê re 5 sal derbas bû lê hîn komkujî didomin

Navenda Nûçeyan |

Di 1’ê Tebaxa 2015’an de di saet 04:00’ê serê sibehê de, balafirên şer ên dewleta tirk êrîşê gundên Binarê Qendîlê kirin. Balafiran bi awayek hovane gund bombebaran kirin. Gundê Zergelê jî yek ji wan gundan bû. Balafiran li gundê Zergelê 8 welatiyên sivîl qetil kirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên dewleta tirk wê rojê êrîşa yekem li ser mala Mam Xidir kirin, li wê derê hevjîna Mam Xidir, Ayşê jiyana xwe ji dest da û hinek kesên din jî birîndar bûn. Piştî ku welatî bi bûyerê hesiyan li hewara mala Mam Xidir çûn. Dema ku welatî gihiştin malê, balafirên şer ên dewleta tirk carek din wê malê bombebaran kirin. Di encama êrîşa duyem a li ser malê de 7 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Di heman êrîşê de ji bilî ziyana canî, mizgefta gund û gelek malên din xira bûn. Ji bilî vê jî bax û baxçeyê gundiyan şewitîn û ziyan gihişt xwezayê.

Piştî bûyerê, li cihê bûyerê fûzeyek a dewleta artêşa tirk hat dîtin. Ew fûze 2.5 metre û 3 ton giran bû. Li gorî madeya 5’an a navnetewî ya Cenevreyê bi karanîna vî cûrê fûzeyê qedexe ye, ev çek ji ber ku dibe sedemê pîsbûna kaniyên avê hatiye qedexekirin.

Dema ku komkujî pêk hat şandek a lijneya Mafê Mirovan ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, bi pêşengiya serokê parlamentoyê serdana gundê Zergelê kirin. Piştî ku şand lêkolîn pêkanî û zivirî raporek amade kirin û radestê serokatiya parlamentoyê kirin. Di raporê de şehîd xistina 8 welatiyan weke komkujî hate binav kirin û daxwaz hat kirin ku tazminat were dayîn. Lê tevî ku 5 sal derbas bûn hîn tazmînata wan nehatiye dayîn.

Êrîşa dewleta tirk a li ser Zergelê ne cara yekem bû, beriya Zergelê di 21’ê Tebaxa 2011’an de balafirên şer li çepên çiyayê Kortek ê binarê Qendîlê wesayitek a welatiyan kir hedef û di encamê de ji heman malbatê 7 kes hatin qetilkirin ku di nav de zarokek jî hebûn. Beriya wê jî balafiran gelek car êrîşê gundên Binarê Qendîlê kirin û gelek kes hatin qetilkirin û birîndarkirin.

Piştî komkujiya gundê Zergelê dewleta tirk li Herêma Soran û Behdînanê nêzîkî 20 kesan qetil kir. Niha jî rojane balafir gund û baxên gelê kurd ê li başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Di encama van bombebaranan de tenê welatiyên sivîl dibin hedef û tên kuştin. Herî dawî li Bamerdê du wesayît bombebaran kirin. Di bombebaranê de 2 sivîl şehîd bû. Lê tevî êrîş û bombebaran didomin hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bêdeng in.

Îro 5’emîn salvegera komkujiya Zergelê ye. Di roja bîranê de ciwan û welatiyên bajaroka Batîfa ya ser bi Zaxo xwestin bi merasîmekê şehîd Dîlovan Şahîn ku 26’ê Tîrmehê di bombebarana balafirên şer ên dewleta tirk de li Bamernê şehîd bibû bi bîr bînîn, lê asayîşa rê neda û ji wan 19 kes binçav kirin.

Ji sala 1983’yan û heta niha dewleta tirk êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Tenê ji sala 2017’an ve 165 welatî bûne qurbanî. Şevê din jî bajaroka Mangeşik a ser bi Duhokê sê caran ji aliyê balafirên artêşa tirk a dagirker ve hat bombekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar