Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Di meha tîrmehê de 35 jin û 4 zarok hatin qetilkirin

NavendaNûçeyan |

Di encama tundiya mêr û bêcezabûnê de û her wiha ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) jî jin û zarok bi tundiyê rû bi rû hatin hiştin û hatin kuştin. Nîqaşên vekişandina ji Peymana Stenbolê mêr wêrektir kir. Jin li dijî polîtîkayên bêcahiştinê û nîqaşa vekişandina ji Peymana Stenbolê têkoşîna xwe didomînin.

Kuştina jinan her ku diçe zêde dibe. Li navçeya Ula ya Muglayê mêrê bi navê Metîn Cemal, Pinar Gultekîn qetil kir û li ser vê yekê jin daketin qadan. Lê belê jinên li dijî tundiya mêr dengê xwe bilind kirin vê carê bi tundiya polîsan re rû bi rû man.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Rawestandin (KCDP) anî ziman ku di meha tîrmehê de 36 jin hatine qetilkirin û 11 jinî jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li gor daneyan di meha tîrmehê de 35 jin hatin qetilkirin û 8 jinî jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di meha tîrmehê de 20 jin bi êrîşa zayendî rû bi rû hatin hiştin. Di encama tundiya mêr de 4 zarok hatin qetilkirin û 5 zarokî jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 5 zarok jî bi êrîşa zayendî û tundiyê re rû bi rû hatin hiştin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar