Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Berxwedana Şengalê sembola cesareta jinan e’

Navenda Nûçeyan |

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) têkildarî salvegera 6’emîn a komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê li dijî civaka êzidî û jinan pêk aniye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê yên paşverû û cîhadîst êrîşî xaka Şengalê kir. Bi êrîşa DAIŞ’ê re gelê êzidî di komkujiyê re hate derbaskirin, gelek êzidî neçar man ji xaka xwe koç bikin. Çeteyên DAIŞ’ê ku pişta xwe spartibû dewleta tirk a faşîst bi rêbazên xwe yên hovane hewl dan gelê êzidî teslîm bigirin û wek 72 fermanên di dîrokê de, wan di komkujiyan re derbas bikin. Bi êrîşên DAIŞ’ê re ji aliyekî hîn jî êşên gelê êzidî xilas nebûne, li aliyekî dinê jî li hember hovîtiya DAIŞ’ê çanda berxwedanê hate avakirin.

Wekî li hemû xakên ku DAIŞ’ê êrîş kir, jinên êzidî jî bûn hedefa êrîşên zilamperest û paşverû. Komkujiya Şengalê di heman demê de wek komkujiya jinan rû da. Jinên êzidî hatin revandin, li sûken koleyan hatin firotin, koletiya cinsî hate ferzkirin. Zarok jî di nav de, ji her temenî jin rastî destdirêjiyê man. Bi hezaran jin hatin kuştin. Bi qanûnên şerîetê vîna jinan hat tunekirin û mafên mirovahiyê ji jinan hatin standin.

DAIŞ dema ku bi xwesteka komkujiyê dest bi êrîşan kir fikrî ku wê karibe gel û jinên êzidî bi hêsanî têxe bin desthilatdariya xwe. Lê bi êrîşên DAIŞ’ê re li xaka Şengalê çanda şervantiya ku qedera xwe xistiye destê xwe û xaka xwe diparêze, şîn hat. Jinên êzidî ji bo ku tola jinên bi polîtîkayên dijî jinê yên DAIŞ’ê hatine revandin, tecawizkirin û qetilkirin rakin xwe bi çek kirin. Berxwedana destanî ya jinan di dîrokê de hat nivîsandin. Jinên di YJŞ’ê de birêxistin bûn dîwarên tirs û teslîmiyetê hilweşandin û li Rojhilata Navîn li hember DAIŞ’ê bûn nîşaneyên cesareta jinan.

Em wek Jinên Komunîst ên Şoreşger têkoşîna azadiyê ku li Şengalê di destê jinan de bilind bûye, silav dikin. Em hevrêyên xwe yên jin ku dema azadiya xwe û xaka xwe diparastin, şehîd ketin, bi bîr tînin. Îro bi rêjeyeke mezin gefa DAIŞ’ê ji hole rabûbe jî dewleta tirk a ku DAIŞ’ê û çeteyên paşverû xwedî dike û diparêze binketina xwe ya li Şengalê bi êrêşên nû dixwaze veguherîne serkeftinê. Em wek Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) ji bo komkujiyên nû çênebin jinan vedixwînin refên têkoşînê û ruhê azadîxwaz a berxwedana jinan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar