Li navçeya Qubînê ya Êlihê jina ciwan a 18 salî piştî çawişê pispor Mûsa Orhan tecawîzê wê kir û întîhar kir niha li nexweşxaneyê û xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike. Piştî ku çawişê pispor îfade da dozgeriyê û dozgeriyê biryara serbestberdana wî da. Ligel nameya Î.E. li pişt xwe hiştiye jî Mûsa Orhan nehat girtin. Têkildarî mijarê dayika Î.E Hekîme Kiliç ji ajansa Jinnewsê re axivî.
Dayika Î.E Hakîme Kiliç di serî de qala bûyerê kir û diyar kir ku Î.E keçek wêrek bû û wiha got: “Keça min yekê jîr û wêrek bû. Wê xapandin û bi hişbiran wê ser hiş birin. Keça min li dijî vê qirêjiya çawiş serî rakir û xwedî li şerefa xwe derket. Ji ber ku keça min serî rakir ji rastî gefan hat. Di berbangê de keça min dirêvînê û wê dişîne Îzmîr ê. Xwest keça min li wir bifiroşin, karên pîs pê bidin kirin. Yê ku vê kirine ji çawişê pispor yê hikûmetê ye. Ji ber vê yekê ji şerma ku rûdaye ya dewletê bi xwe ye jî. Lê kesek xwedî li me derneket. Li keça min xwedî derneketin.”
‘Jin bêdeng namînin, lê dad ne li pişta wan e’
Di her peyvê de dengê dayikê dilerize û serê her peyvê daxwaza edaletê dike û wiha dibêje: “Keça min hemû rewşa xwe ji min re got. Got ‘ez ê her tim li pey vê yekê bim, yan wê tacîzkar bimire yan jî ez.’ Me serî li dadgehê da. Em çûn Sêrtê, Êlihê ji bo dadê. Lê heya ku keça min gule neberda canê xwe kes nexwest dengê wê bibihîse. Jin bêdeng namînin lê dad û dewlet ne li pişta wan e. Çawişî gef li malbata me ji kir. Ji çeka xwe bi bawer bû. Jixwe ev bêdeng mayîn û ceza nekirina çawiş tê wateya ku piştgirî didin wî. Lê em mirovên bê şeref nînin, em ê nehêlin kesek vê bûyerê binixumîn e.”
‘Kesek nehat serdana me’
Dayika Hekîme dema behsa keça xwe dikir bêtir bi hêrs dibû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ligel ku bûyer belav bûye û ev 20 roj in keça min şerê man nemanê dide jî kes li deriyê min nexistiye. Negotine hema derbasî be. Ger ji bo hilbijartinan be hûn hezar car li deriyê min dixin. Ma keça min bi qasî dengekê ji qîmetê wê nebû. Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca û Sidiq Taş bi her awayî piştgiriya xwe nîşan dan. Hatin serdana keça min û hatin mala min. Rexmê ku tu nasîbûniya me ji bi hev re tune ye. Rast e ez xizanim û malbata min bi şivaniyê re mijul dibe. Rewşa me li holê ye. Çavê feqîriyê kor be. Ger ez dewlemend bûma dê qedir û qîmet bidana min. Dê îro pirsa min jî bikirina. Ev qirêjî qirêjiya we ye. Divê hûn paqij bikin. Lê ka edalet, ka wijdan ku werin xwedî li bûyerê derkevin.”
Behsa helwesta keça xwe kir
Di axaftina xwe de dayikê bal kişand ser helwesta keça xwe û wiha got: “Li ser dîwar şûna guleyê heye. Temaşe bikin gule wisa laşê keça min derbas kiriye. Ev nîşaneya serhildana wê ya li dijî bê mafiyan e. Ev nîşaneya şerma we ye. Ev nîşaneya bêdengiya we ye. Lê binêrin, baş lê binêrin. Dewlet bêdeng e, lê dayik na hûn bêdeng nemînin. Îro dibe ku bi dehan keç van tiştan dijîn. Lê ji ber gefan nixumandin e. Ji bo Îpek bijî êdî bêdeng nemînin.”
‘Bi xwîna wê gul xêz kirin e’
Dayika Hakîme bilez rupelek û destmalek ji odeyê derxist û nîşanê me da. Desmala spî bi xwînê reş biribû. Li ser rûpelê spî ji xwişkên Î.E yên biçûk gul xêz kirin e û nivîsek çêkirin e. ‘Te me ji bi xwe re kuşt.’ Dayikê desmalê di destê xwe de dişidand û bi dengek keleûgirî bang kir: “Bila keça min bijî, ez bi vê xwîna wê ya ku her roj dibe sedema qêrînên min. Ez ê li pêy doza wê bim. Wê tacîzkar bê ceza nemînin. Ew ê nikaribin dest bidin tu keçên din ên kurdan. Têkoşîna min û ya keça min wê ji bo keçên din be jî. Em ê vê xwînê wisa nehêlin. Wê cihê guleyan li ber çavên me bin û em ê bixin di çavên herkesî de.”
‘Em ê rûyê we yê qirêj bibêjin’
Her wiha dayikê destê keça xwe ya biçûk girt û wiha dawî bi axaftina xwe anî: “Ez ê Îpekên din jî mezin bikim û ew ê ji rûyê we yê qirêj ji dinyayê re vebêjin. Ez wan ji qetilkirinê re mezin nakim. Vaye mezinên dewletê, serokkomarê Tirkiyeyê, Suleyman Soylu, dozgerno û berpirsyarên dadê banga min ji were ye. Mûsa Orhan bê ceza nehêlin. Ev berhema we ye. Vê qirêjiyê paqij bikin. Ez bang li dozgerê ku Mûsa Orhan berdaye dikim, gelo wî wisa li keça te kiriban tu yî heman bertekî nîşan bidî. Niha keça min li ber çavê min dimire û tiştek ji destê min nayê. Bijîşk dibêjin em nikarin tiştekî ji te re bêjin yanî rewşa wê nebaş e. Gurçîsk, dil, mêlak û kezeba wê tune bûne. Çawa ku hemû lebetên keça min zererê dîtine divê ewqas çawiş ceza bikişîne. Yan ez jî xwe bikujim. Ez ji dê bi heman awayî li ser heman tiştî gule berdim canê xwe.” ÊLIH