Êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ên li ser herêma Heftanînê carek din mijara ziyanên canî û têkdana jîngeha Kurdistanê xist rojevê. Di nava 38 salên derbasbûyî de di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker de ziyanek mezin a giyanî û madî gihiştiye başûrê Kurdistanê. Hinek ji saziyên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê jî propaganda wê yekê dikin ku ji ber êrîşên li ser Heftanînê bi sedan gund hatine valakirin. Wisa diyar dikin ku wekî ku ji beriya êrîşa li ser Heftanînê tu caran dewleta tirk erîşî wan gundan nekiribûn.
Di vê raportê de me xwest em bîlançoya ziyanên giyanî, valabûna gundan û ziyanên madî yên di nava 28 salan de ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûr raxin berçavan.
Ziyanên giyanî
Yekem car dewleta tirk di Gulana 1983’yan de êrîşê ser xaka başûrê Kurdistanê kir. Heya sala 2007’an dewleta tirk 26 caran êrîşên berfireh aniye ser xaka Başûr. Di van êrîşan de bi sed hezaran leşker, cerdevan û bi sedan balafir, helîkopter û çekên giran bikaraniye.
Li gorî rapora Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, artêşa tirk bi kûrahiya 40 kîlometran xaka başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Her wiha 38 baregeh û navendên leşkerî, sîxûrî û balafirxane li ser xaka Başûr ava kiriye. Rojane jî gelek êrîşên ku tên kirin ji aliyê van baregehên leşkerî ve pêk tên.
Li gorî amarên sala 2019’an ên Wezareta Pêşmergeyê, ji çileya sala 2015’an ta dawiya sala 2018’an artêşa tirk 397 car bi balafir û 325 car jî bi top û obûsan êrîşê ser deverên sînor ên Herêma Kurdistanê kiriye.
Ji beriya niha Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer diyarkiribû tenê di 5 mehên destpêkê yên îsal de 135 êrîş ji aliyê dewleta tirk û 2 êrîş jî aliyê Îranê ve li ser deverên sînor ên Herêma Kurdistanê pêk hatine.
Li gorî amarên Wezareta Pêşmergeyê di van êrîşan de 288 gund hatine bombekirin û topbarankirin. Ji bilî ziyanên madî û jîngehê, ziyanek mezin a giyanî gihiştiye welatiyên sivîl.
Her wiha li gorî rapora lijneya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku ji bo lêkolînkirina rewşa deverên sînor amadekiribû, ji sala 1992’yan ta niha zêdetirî 100 welatiyên sivîl ên başûrê Kurdistanê di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker de hatine qetilkirin.
Di heman rapora ku di meha derbasbûyî de radestî serokatiya parlamentoyê hat kirin de hate diyarkirin ku di encama êrîşan de bi dehan welatiyên sivîl jî birîndar bûne.
Li gorî amarên Wezareta Pêşmerge, ji sala 2017 heta 2019’an di encama êrîşên dewleta tirk de 165 welatiyên sivîl ên başûrê Kurdistanê şehîd û birîndar bûne.
Li gorî amarên rêkxirawa CPT ku rêkxirawek taybet a mafê mirovan û kar li ser bandora êrîşên dewleta tirk ên li Herêma Kurdistanê dike, tenê di nava salên 2015’an heta 2018’an 85 welatiyên sivîl şehîd bûn û 95 welatî jî birîndar bûn.
Hin ji komkujiyên herî diyar ên dewleta tirk ku li başûrê Kurdistanê pêkanîne wiha ne; Kendekol sala 2000, Kortek sala 2011, Zergele 2015, Şêladizê 2019, Kortek 2019 û Şêladizê 2020.
Di rapora lijneya parlamentoyê de daxwaz ji hikûmetê hat kirin ku kesên ziyanên giyanî û madî dîtine tazmînat ji bo wan were dayîn û welatiyên ku şehîd bûne jî ji aliyê Wezareta Şehîdan û Enfalê ve wek şehîd werin pejirandin.
Lêkolînek zelal li ser amar û ziyanên giyanî nehat kirin
Ger em li amarên li jorê hatine dayîn binêrin, heya niha lêkolînek baş li ser amara ziyanên giyanî yên êrîşên dewleta tirk nehatiye kirin. Bi kurtî ji sala 1983’yan ve êrîşên dewleta tirk destpêkirine û heya sala 2007’an 26 êrîşên berfireh li ser başûrê Kurdistanê pêkaniye û gelek komkujî pêkaniye. Lê bi awayek zelal nehatine tomarkirin.
Ji bo mînak, li gorî rapora Parlamentoya Herêma Kurdistanê tenê li sînorê navçeya Zaxoyê ji sala 1992’yan heta niha zêdetirî 50 welatiyên sivîl şehîd bûne û bi dehan welatî jî birîndar bûne.
Di sala 2000’an de di êrîşa dewleta tirk a li devera Kendekol a li Biradostê zêdetirî 40 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Her wiha di komkujiyên dewleta tirk ên li Kortek û Zergelê yên sala 2011’an û 2015’an de 7 kes li Kortekê û 8 kes jî li Zergelê şehîd bûn. Bi giştî 15 welatî şehîd bûne û çend welatiyek jî birîndar bûne.
Tenê ji van çend mînakan diyar dibe ku hejmara kesên şehîd bûne ji 100 kesan zêdetir e lê tev nehatine tomarkirin.
Mihemed Emîn xizmê şehîdên komkujiya Zergelê ye ku di wê komkujiyê de 5 kes şehîd bibûn ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Armanca êrîşên dewleta tirk qirkirina gelê kurd, bi dehan sal e kurdan hedef digire û komkujiyan li ser wan dike. Her wiha hejmara kesên şehîd bûne jî ji hejmara ku tê gotin gelek zêdetir e.”
Mihemed Emîn da zanîn wan gelek caran daxwaz ji parlamento, hikûmeta herêmê û dadgeha Iraqê kiriye pêşî li van êrîşan bigirin, lê heya niha daxwaz û giliyên wan nehatine bicihanîn.
Tu pêngavek yasayî nehatiye avêtin
37 sal in êrîşên dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê berdewam in. Lê heya niha tu hewildanek yasayî ji bo şehîd û birîndarên sivîl nehatiye avêtin tu giliyek nehatiye tomarkirin.
Parêzer û Yasanas Bekir Şêx Selam li gel hejmarek parêzerên din doza qurbaniyên dagirkeriya tirk gihandiye Dadgeha Parlamentoya Ewropayê, qala pêngavên yasayî ku qurbaniyên êrîşan dikarin bavêjin kir.
Bekir Şêx Selam diyar kir ku xizmên qurbaniyan dikarin giliyê yasayî li dadgeha Iraqê tomar bikin û wiha got: “Li ser van giliyan jî erkê wezareta derve ya Iraqê ye ku balyozê Tirkiyeyê yê Iraqê bang bikin û gilînameyek pêşkêş bikin. Her wiha erkê Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye ku di warê madî û manewî de tazmînatê bide qurbaniyên êrîşan.”
Têkildarî hewildanên ji bo gihandina dozên qurbaniyan ji bo dadgeha Ewropayê jî Bekir Şêx Selam ev tişt anî ziman: “Me gelek doz komkirine û hewl didin bigihînin dadgeha Ewropayê. Em ê li wir li ser belgeyan kar bikin. Dema ku piştrastbûn dewleta tirk welatiyên sivîl xistine hedef, wê demê wê Tirkiye neçar bimîne di warê madî û manewî de tazmînatê bide. Her wiha di aliyê siyasî de jî lekeyeke reş dikeve ser dewleta tirk û wê bi kuştina kesên sivîl were tawanbarkirin.” Çavkanî: Berhem Letîf / Rojnews