PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Peymana DYA-HSD’ê!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Berî çend rojan nûçeyek balkêş û girîng kete rojevê. Nûçe ev e: Rêveberiya Xweseriya Demokrat û şîrketa petrolê ya DYE’yê  Delta Crescent Energy LLC, peymanek/grêbestek 25 salane ya kirîn/firotina neftê îmze kirin.

Ev peyman, bi agahî û destûra Wezareta Derve û Wezareta Xezînê ya DYE‘yê pêkhatiye û her wiha Ofîsa Kontrola Heyiyên Derve OFAC’ê jî destûra lîsansê daye vê peymanê.

Li ser vê mijarê du xalên girîng û hêjayê gotinê hene.

Yek jê; kîjan alî yan dewlet ji vê peymanê nerihet in û zirar/ziyanên wan çi ne? Ya dudan jî; aliyên peyman îmze kirine dibin xwediyê çi qezencan an dibe xwedî çi pirsgerêkan?

Berî her hêzê û dewletê, Tirkiye û Sûriye nerazîbûna xwe diyar kirin û hêrs bûn. Ma gelo ne balkêş e, ev her du dewletên heta niha xwedêgiravî dijminên hevdu bûn, belê hema li ser vê mijarê çima bûn yek?

Ev helwesta wan, careke din nîşan dide ku dewletên dagirker, li dijî kurd û Kurdistanê her dem dikarin bibin yek û karê qirkirinê pêk bînin. Her wiha careke din ev dide nîşandan ku li dijî van dewletên dagirker, bi lezgînî pêdivî bi yekrêziya kurd û kurdistaniyan heye. Ger van her du dewletên dagirker li dijî mijarek têkildarî kurdan dibin yek, ev tê wateya ku ev peymana DYE û HSD’ê jî gelek rast e û her wiha qezencê wê ji zirarên wê pirtir e.

Hema bi berdewama vê gotinê re em derbasî xala duduyan bibin û qezenc û pirsgrêkên vê peymanê ji bo her du aliyan, di ber çavan re derbas bikin.

Di serî de diyar e ku ev her du hêz, di têkoşînek dijwar a li dijî DAIŞ’ê de gihiştin serkeftinê. Di encama vê serkeftinê de ev peymana fermî pêkanîne. Ne di encama şikestinekê de pêkhatiye. Tê wateya ne ji ber lawaziyê ev girêbest pêkhatiye. Berovajî, ji ber ku serkeftîne, ev girêbest jî bi serwextî û bi îredeyek xurt û azad pêkhatiye. Lewma qezencên wê zêdetir in.

Pêdiviya her du aliyan jî, ji fermîkirina van têkiliyan hebû. Erê dibe ku pirsgrêkên rewabûnê tunebû, lê li gorî yasayên navneteweyî û navdewletî, hewcedarî bi vê fermiyetê hebû.

Ger mirov wisa şîrove bike, dibe ku ne çewt be; ji bo rewabûna hêzên DYE li wê xakê, daxwazek fermî ya îradeyek rewa ya xwecîh ê wê deverê (Rêveberiya Xweser-HSD û hwd.) lazim bû, ji bo fermiyeta navnetewî û navdewletî ya Rêveberiya Xweser jî pêdivî bi peymanek wisa hebû. Di encamê de alîgirên vê peymanê gihiştin armancên xwe.

Bêgûman pirsgrêk jî ew ê hebin, ji bo her du aliyan jî. Ji ber ku li wê herêmê gelek hêz û dewletên hegemon û dagirker hespê xwe dibezînin. Û hema hema têkiliyên herkesî bi her kesî re hene; bi dizî yan bi aşkera, kêm an zêde, baş an xerab û hwd.

Li gel Enqere û Şamê, bertek û helwesta Moskov û Tehranê ew ê çawa be? Keriyek dewletên ereb û Îsraîl jî hene! Erê dibe ku vana, her hinek ji wan, li gel van dewletên navên wan hat gotin cîh digirin û em Çînê jî niha deyne rexekê, ma ji dewletên Ewropayê re ew ê çi were gotin û gelo ew ê çi bixwazin û çi bêjin li ser vê peymanê?

Wisa tê xuyakirin êdî mijara Rojava û bi giştî pirsgrêka Sûriye û Rojhilata Navîn dikeve qonaxeke nû! Edî siyaset û helwestên hêz û dewletên têkildar zeleltir dibin. Her wiha yên siyaset û helwestên wan ne diyar divê ji neçarî xwe di ber çavan re derbas bikin û aliyên xwe aşkeratir bikin.

Ez bawer dikim ên heta niha xwedî rol bûn û yên dixwestin rolên hîn mezintir hildin ser milên xwe; Rûsya û Îran bûn, vê dema dawî Fransa û Almanyayê jî bi germî ketin nava pêvajoyê. Bi destwerdana tirkan a Lîbyayê re Misir û li pey wan Îtalya, Yewnenistan û hwd. jî ketin nava pêvajoyê.

Heta niha pêvajo, bi giştî zelal nebû. Helwesta dewletên hegemon ên sereke, ji nezelaliyê wêdetir; xerab û xapînok bû. Belê bi vê peymanê re, yên hinekan zelaltir tê xuyakirin. Lê bêgûman divê hişyarî ji dest neyê berdan û kes xwe xemsar neke. Divê neyê jibîrkirin ku kes ne heyranê çavê reş ê kesê din e. Her kes ji bo berjewendên xwe hewl dide û  peymana jî girêdide, li vir jî heman armanc hene û divê herkes bi hişyarî tevbigere, tedbîrê ji dest xwe bernede.

Bêgûman divê mirov ne reşbînî be jî. Bi vê peymanê re derfetên hêja û kêrhatî jî derdikevîn holê. Hem li derve ji bo karê diplomasî û lobiyê, hem li hundir ji bo karê yekrêziya kurdan zemînê xweş dike û derfet û firsetan derdixe holê. Lê bêgûman hostayî û hişyarî lazim e ji bo sûdgirtinê ji van derfet û firsetan.

Helbet bi van derfetan re, xemsarî na, berfirehiya kar û xebatê erê!

Nûçeyên Têkildar