Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê, di 21’ê tîrmehê de li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Mereşê lêkolîn kir. Piştî komîsyonê bi girtiyan re hevditin kir rapor amade kir û îro li avahiya komeleyê bi raya giştî re parve kir.
ÎHD’ê di raporê de anî ziman ku dema derbasî girtîgehê bûn, di ketinê de lepik nexistin destê wan û dezenfekte nehat kirin û diyar kir ku tenê germa agirê laşê wan pîvane.
ÎHD’ê da zanîn ku li girtîgehê hin gardiyanan maske girê nedabû û wiha cih da raporê: “Li girtigehê li gorî tê xwestin girtiyên nexweş nayên dermankirin. Girtî li dijî şewba vîrusa Covid-19 ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê nagirin. Ji ber şewbê divê bêtir paqijî bê kirin lê bi qasî tê xwestin paqijî nayê kirin. Girtî ji mafê xwe yê çandî û civakî dûr in. Dema girtiyan dijmirên rûmeta mirovahiyê dişkînin. Zextên derûnî yên li ser girtiyan pir zêde ne. Girtî Orhan Doru û Abdulsemet Durak nexweşên dil û tansiyonê ne. Beşir Akin nexweşê şekir e. Di çarçoveya şewba vîrusê de tedbîr baş nayên girtin. Baş paqijî nayê kirin û xwarina baş nadin girtiyan. Serdegirtina odeyan zêde kirine. Dema bi ser qawişan de digirin odeyan belav dikin û li nava hev dixin. Pirtûkan nadin girtiyan. Dixwazin girtiyan di nîzama leşkerî de bidin jimartin.” EDENE