Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Malbat 600 hefte ne ji bo edaletê li ber xwe didin

Li bakurên Kurdistanê û Tirkiyeyê di salên 1990’an de, polîs, leşker, cerdevan û JÎTEM’ê bi hezaran kurd ji mal, kargeriyên wan û kolanan revandin, binçavkirin û piştre windakirin. Dayikên Şemiyê li Stenbolê û xizmên windayan li Amed, Îzmir û Êlihê her şemî ji bo daxwaza edaletê û daxwaza bila winda bîn dîtin û kujer bên darizandin çalakiyan li dar dixin. Bi taybetî piştî di salên 1990’an de 17 hezar mirov hatin windakirin û gorên komî hatin dîtin, lêgerîna malbatan bê navber didome.

Li gorî daneyên ÎHD û TÎHV’ê 2 hezar û 324 mirov ji aliyê kujer nediyar ve hatin kuştin. Hêj agahî ji hezar û 251 kesên hatin windakirin tune. Ji salên 1990’î heta 1995’an bi hezaran mirov hatin revandin û windakirin. Herî zêde di salên 1993, 1994 ve 1995’an de ciwanên kurd revandin û winda kirin. JÎTEM’ê herî zêde li Amed, Şirnex û Êlihê mirov revandin û qetil kirin. Di 25’ê Çileya 2001’an de Rêvberên HADEP’ê Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz revandin û winda kirin. Herî dawî li Dêrsimê Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku di 5’ê Çileya 2020’an de winda kirin û hêj agahî jê nayê girtin.

Malbat 600 hefte ne çalakiyan li dar dixin

Li Amedê malbat ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin piştî 31’ê çileya 2009’an de li Parka Koşuyolu dest bi çalakiyan kirin. Malbat heta niha 599 çalakî li dar xistin. Dê sibê di hefteya 600’an de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ li dar bixin. Malbatan heta 20’ê tebaxa 2016’an li pêş bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu çalakî li dar xistin. Lê piştî OHAL’ê hikûmetê çalakiyên li derve qedexe kirin û malbat 4 sal in çalakiyên xwe li avahiya ÎHD’ê ya Amedê berdewam dikin. Piştî 13’yê adara 2020’an jî ji ber vîrusa corona êdî li ser medya civakî çalakiyên xwe berdewam dikin.

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ya Amedê Adnan Orhan anî ziman ku dê sibê di hefteya 600’emîn de çalakiya xwe berdewam bikin û wiha got: “Ji sala 2016’an heta niha bi hinceta OHAL’ê em nikarin çalakiya xwe li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu pêk bînin. Walîtiya Amedê çalakî qedexe kir. Ji ber hin kesên hikûmetê ji dengê dayikan bêzar bûn çalakî qedexe kirin. Malbat 600 hefte ne li ber xwe didin û edaletê dixwazin. Hikûmeta niha dema hat îktîdarê sûc avêt ser hikûmeta beriya wê. Lê dewlet yekpare ye. Ev polîtîka ji destpêkê hatiye û didome û para tevan di vê yekê de heye. Gelek soz dan, lê sozên xwe pêk neanî.”

‘Ez naxwazim bêje bavê te mir’

Orhan da zanîn ku ew dê lêgerîna xwe berdewam bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kengî çalakî pêk bê em ê biçin. Em ê bêjin ’em li vir in’ Dema bavê min winda kirin ez 27 salî bûm. Niha 51 salî me. Emrê min mezin bû lê dest ji şopa vê dozê bernadim. Ez ê heta dawî di şopa vê dozê de bim. 26 sal borîn. Lê ez naxwazim kes bêje ‘Bavê te mir’. Bavê min dijî û di nava me de ye.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar