Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Denîz Firat li cihê lê şehîd bûbû hate bibîranîn

Di salvegera 6’an de rojnameger Şehîd Denîz Firat bi tevlibûna endamên çapemeniya Mexmûrê li gel dayik û hevalên wê li cihê ku lê şehîd bûbû bi merasîmekê ew bi bîr anîn.

Rojnameger Denîz Firat li Mexmûrê dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Mexmûrê kir li ser erka xwe 8’ê Tebaxa 2014’an şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo di kesayeta Şehîd Denîz Firat şehîdên Çapemeniya Azad û hemû şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre jî dayik û bavê Denîz Firat û li ser navê Çapemeniya Azad jî Fîlîz Bûdak axivîn.

Dayika Denîz Sûltan Yildiztan bi bîr xist ku her sal li cihê ku Denîz şehîd ketî wê bi bîr tînin û destnîşan kir ku li cihê ku şehîd Denîz şehîd ketiye darekî zeytûnê çandiye û wiha got: “Ji wê rojê û heta îro ev dar hişk nebûye, ev jî tê wateya ku dara bi xwîna şehîdan bê avdan wê tu carî hişk nebe.”

Sûltan Yildiztan bal kişand ser dorpêç û êrîşên li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê û diyar kir ku metirisiya belavbûna şewba vîrûsa koronayê heye û di girtîgeheke servekirî de ne û her wiha hevkariya bi dewleta tirk re şermezar kir.

Bav Naîf Yildiztan jî diyar kir Şehîd Denîz Firat ne tenê şehîda malbatê ya hemû kurdan e.

Li ser navê Çapemeniya Azad a Mexmûrê Filîz Bûdak jî axivî û di kesayeta şehîd Denîz de şehîdên Berxwedana Mexmûrê bi bîr anî û wiha got: “Di berxwedana Mexmûrê de me gelek hevalên xwe şehîd da. Yek ji wan jî Denîz e. Ji ber ku rastiya dijmin û berxwedana li vir li ser şopa heqîqetê radigihand bû hedefa êrîşan.”

Bûdak Denîz Firat weke sembola berxwedanê pênase kir û diyar kir ku ew ê şopdarê ked, çalakî û berxwedana Denîzê bin.

Merasîm bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar