PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

Cumartesi - 30 Kasım 2024

Amadekariya komkirina titûnê li Xursê dest pê kir

Li Geliyê Xursê ya Qoserê ya Mêrdînê bi salane titûn tê çandin û îsal jî ji bo komkirina wê amadekariyan dest pê kir. Gelî di ji gihiştina hev a gelek gundî pêk tê, bi erdên xwe yên titûnê balê dikişîne. Welatiyên li gelî dijîn bi titûnê debara xwe dikin. Jinên sibehê zû radibin diçin ser erdê titûnê.

Hedo Aslan a li gundekî gelî dijî diyar kir ku sibehê saet di 04.00’an de bi malbata xwe re tê ser erdê titûnê û wiha got: “Em belgên titûnê kom dikin û dikin bin kon. Piştre em belgan derbasî ben dikin û di dîrekan ve didaliqînin. Piştre em di bin tavê de dihêlin ku zer bibe. Dema hişk dibe em dem bi dem bi hinek av şil dikin. Piştî ev diqede em titûnê dikin pakêt û ji bo hêranê di makîneyan de derbas dikin.”

Aslan anî ziman ku ji destpêka kar heta dawî jin kedek mezin didin û wiha domand: “Di her asta kar de jin cih digirin. Em sibehê tên êvarê diçin. Destê me ji ber belgên titûnê reş dibin. Lê em hêdî fêr bûne. Em ji zarokatiya xwe de vî karî dikin. Em nekin debare nabe.”

Her wiha Aslan balkişand ser titûna Xursê û wiha axaftina xwe bi dawî dikin: “Titûna vir bi kalîteye. Ji ber vê her kes dizane. Em dema diçînin, kom dikin û paqij dikin em gelek baldar dibin. Em kedek mezin didin lê bazircan ji me pirtir qezenc dikin. Em nîvê keda xwe jî nagirin. Lê em her sal jî diçînin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar