Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Di têkoşîna xwe de bi israr in

Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe yên heftane ku ji bo dîtina windahiyan û darizanidana kujeran lidar dixin, pêk anîn.

Çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ ku xizmên windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê her hefte li dar dixin, di hefteya 600’emîn de hat lidarxistin. Di çalakiyê de endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ya Amedê Hasan Yalçin axivî û diyar kir ku ji bo rûberîhevkirina raborî, edalet û heqîqetê pêk bê, bi biryar bangên xwe yên li rayedaran bidomînin.

Hasan Yalçin di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya windakirinên faîlî mevçhûl û pirs kir ku xizmên wan ên winda li ku derê ne û çi bi wan hatiye û pişt re destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezahiştinê didome û heta windayê dawîn bên dîtin û bê darizandin dê têkoşîna wan bidome.

Dayika rojnameger Tepe 27 sal in li benda edaletê ye

Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya ku ji bo pirskirina aqûbeta xizmên xwe yên windakirî û cezakirina faîlan didomînin, di hefteya 802’yemîn de li dar xistin. Ji ber vîrûsa koronayê vê hefteyê çalakî li ser hesabê Dayikên Şemiyê yê medya civakî bi zindî hat lidarxistin.  Dayikan vê hefteyê ji bo nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku beriya 27 salan hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin daxwaza edaletê kirin û daxwaz kirin ku faîlên wî bên darizandin.

Di çalakiyê de dayik û bavê Tepe Zubeyde Tepe û Îshak Tepe û xwişka wî Ayşe Tepe, Ferhat Tepe vegotin û xwestin ku kesên Tepe qetil kirin, bên darizandin. Bav Îshak Tepe diyar kir ku kurê wî ji aliyê çeteyên ku dewlet piştgiriya wan kiriye û wan damezrandiye ve hatiye revandin û ev tişt got: “Rojek telefonek ji min re hat û kesê li ser telefonê milyarek pere ji min xwest û xwest ku partiya ku endamê wê bûm bigirim. Min jî jê re got ez dengê kurê xwe dixwazim. Lê telefonê neda kurê min û girt û got ku dê careke din negere. Me serî li hemû cihên eleqedar da lê heta niha ne agahî hatiye lêkolînkirin ne jî agahî hatiye dayîn. Doz 20 sal berdewam kir lê dewletê serî li gotinên van kujeran neda.”

‘Qada Galatasarayê cihê zarokên me ne’

Dayik Zubeyde Tepe jî destnîşan kir ku kujerê kurê wê Korkmaz Tagma ye û ev tişt anî ziman: “Wî kurê me revand û da kuştin. Nivîskarê rojnameya Zemanê bû. Hê jî dernexistine dadgehê û serî li gotinên wî nedane. Weke dayikeke şemiyê dibêjim, ‘Qada Galatasarayê cihê zarokên me ne. Em ê dev ji vir bernedin û têkoşîn me bidome’.”

Xwişk Ayşe Tepe jî da zanîn ku derbarê dîtin û darizandina faîlên birayê wê de heta niha gavekî herî biçûk jî neyatiye avêtin û wiha got: “Di encamê de doza ket demboriyê bêdaletî li dîwar ket. Heta ku kujerê birayê min Tûggeneral Korkmaz Tagma neyê darizandin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û terka Qada Galatasarayê nekin.”

Banga li rayedaran

Piştî malbatê metna daxuyaniyê ku ji bo hefteyê hatibû amadekirin ji aliyê Endama Lîjneya Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Sevîl Tûrgût ve hat xwendin. Tûrgut destpêkê çîroka revandin, kuştin û pêvajoya hiqûqî ya ji bo faîlên Ferhat Tepe ya di metne de hatibû vegotin xwend û bang li rayedarên edlî û siyasî kir ku peywira xwe dariznadina faîlên Tepe bi cih bînin. AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar